BDP'ê êrîşa li Êlihê xist rojeva meclîsê

BDP'ê êrîşa li Êlihê xist rojeva meclîsê

BDP'ê, der barê êrîşa 2'ê Mijdarê ya li Êlihê de, ku di encamê de Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn, pêşniyarpirsek pêşkêşî meclîsê kir.

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîna Bûldan ji bo Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler bersivê bide pêşniyar pirs pêşkêş kir û got, "Lİ Êlihê di encama êrîşeke çekdarê ya li hemberî dawetekê de ciwanê me yê bi navê Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da, 6 welatiyên me jî birîndar bûn."

Hat bibîrxistin ku piştî vê bûyerê heman nêzan avêtine ser cafeyeke înternetê, bi satoran gef li kesên li cafeyê xwarine, li wan dane û zerar dane cafeyê.

Bûldan ragihand ku şahidên bûyerê diyar kirine; heman hêzên endamên Huda-Parê êrîşî dawet û cafeya înternetê kirine û got, "Gel û raya giştî gihaştine wê baweriyê ku karên hîzbûl-kontra ji nû ve ketine dewrê û ev yek rê li ber fikarên cidî vedike."

Bûldan ji Guler xwest bersivê bide van pirsan:

- Der heqê bûyerê de lêpirsînê destpê kiriye? Di vê çarçoveyê de çend kes hatine binçavkirin û girtin?

- Êrîşkaran pişta xwe sipartine kîjan hêza siyasî û ev êrîş kirine?

- Mîna salên 1990 gelo hewl tê dayîn li Êlihê careke din êrîşên bi piştgiriya dewletê rû bidin? Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din dûbare nebin, wezareta we tedbîr stendiye? Eger stendibe, ev tedbîr çine?