BDP'ê dema serlêdana bernamzetiyê heta 10'ê Mijdarê dirêj kir
BDP'ê dema serlêdana bernamzetiyê heta 10'ê Mijdarê dirêj kir
BDP'ê dema serlêdana bernamzetiyê heta 10'ê Mijdarê dirêj kir
Navenda Giştî ya BDP'ê giştînameyek ji hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re şand û û dema serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo Şaredariyê heta 10'ê Mijdarê dirêj kir.
Ji ber zêdehiya serlêdanên bernamzetiyê Navenda Giştî ya BDP'ê dema serlêdanan heta 10'ê Mijdarê dirêj kir.
Di giştînameya li ser mijarê de wiha hat gotin: "Partiya me, li dijî qanûnên antî-demokratîk ên li Tirkiyê hem bi hişmendiya demokrasiya herêmî hem jî ji bo vîna demokratîk a civakê derxîne holê di pêvajoya hilbijartinê de jî têkoşîna xwe dewam dike. Bi taybetî di asta diyarkirina namzetan de, têkiliya bi civakê re bêguman wê encamên herî objektîf bi xwe re bîne. Li gel vê, hewldanên bêxwedî û tenêhiştinê yên AKP bi rêbazên hilbijartinê yên antî-demorkatîk û operasyonên qirkirina siyasî dimeşîne, dê bê encam bimînin."