BDP'ê darvekirina Maarfî bi tundî şermezar kir
BDP'ê darvekirina Maarfî bi tundî şermezar kir
BDP'ê darvekirina Maarfî bi tundî şermezar kir
Navenda Giştî ya BDP'ê, ji ber darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Şêrko Maarfî rejîma Îranê bi tundî şermezar kir. BDP'ê got, "Darvekirinên ji aliyê rêveberiya Tehranê ve tên kirin yekser pêwendiya xwe bi bûyer û rewşa li herêmê heye" û bal kişand ser lihevkombûna Tehran-Enqerê.
Navenda Giştî ya BDP'ê der barê darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Şêrko Maarfî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di pêvajoyeke ku Kurd li dora tifaqa neteweyî tên cem hev û ji bo bidestxistina statuyê têkoşîn bilind dibe de, mixabin êrîşên li dijî Kurdan ji gelek aliyan ve giran û zêde ibin."
BDP'ê ragihand ku rasthevî êrîşên li Rojava, Îran polîtîkaya xwe ya "tinekirina Kurdan" bê navber dewam dike û got, "Îran a ku ji sala 2011'an û vir ve bi PJAK'ê re di rewşa agirbestê de ye, li gorî yek ji şertên agirbestê; rawestandina darvekirinan tevnagere."
BDP'ê ji ber darvekirina girtiyên Kurd ên ji 26'ê Cotmehê û vir ve rejîma Îranê bi tundî şermezar kir.
BDP'ê ragihand ku pêwendiya van darvekirinan bi bûyerên li herêmê hene û got, "Darvekirin lingê Îranê yê êrîşên giştî li hemberî statuya Kurdan e. Her wiha, di demeke Tehran û Enqere li hev germ dibe de, zêdebûna van darvekirinan balê dikşîne."
BDP'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku darvekirin bi ti awayî bi kêrî gelên Îranê, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn nayê û bang li rejîmê kir ku tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe berde.
BDP'ê bang li gelê kurd jî kir ku li hemberî darvekirinan nerazîbûnê nîşan bide û got, "Di kesayetiya Hebîbûllah Gulperîpûr, Riza Îsmaîlî Mamedî û Şêrko Maarfî de em hemû Şehîdên Rojhilatê Kurdistanê weke şehîdên xwe qebûl dikin û ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."