BDP çû sersaxiya malbata Ozer

BDP çû sersaxiya malbata Ozer

BDP’yî çûn sersaxiya malbata Behzat Ozerê 8 saliyê di encama teqîna teqemeniya di navena gund hatî dîtin de jiyana xwe jidest dayî.

Li gundê Şepetayê mezeya Sererûyê ya girêdayî navçeya Colemêrgê Şemzînanê ji berî du rojana li navenda gund cismekî ku zarokan dîtî teqiya di encamê de Behzat Ozerê 8 salî jiyana xwe ji dest dayî sersaziya wî berdewam dike. Gelek kesên wek Hevserokê BDP’ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt û serokên Rexistinên navçeyan yên BDP’ê beşdarî sersaxiyê bûm. Di taziyê de Hevserokê BDP’a Colemêrgê Rehmî Kurd axivî û da diyar kirin ku berpirsyaritiya bûyerê AKP ye û got: “Eger ta niha di vî welatî de Ceylan û Behzatan û gelek zarokên wek van di mirin tenê berpisyartiya wan AKP ye.”

 Piştî BDP’iyan sersaxî ji bo malbata Ozer xwestin ji konê taziyê veqetiyan.