Balûken di mijara 'dîwarê şermê' de hikûmet hişyar kir
Balûken di mijara 'dîwarê şermê' de hikûmet hişyar kir
Balûken di mijara 'dîwarê şermê' de hikûmet hişyar kir
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken got, "Dîwarê li ser sînor tê lêkirin, nîşaneya herî berçav a bêbaweriyê ye. Bi awayekî zelal em dixwazin bêjin; emê destûrê nedin lêkirina vî dîwarî. Ji bo ev dîwar neyê lêkirin emê têbikoşin. Eger hikûmet dest ji vî dîwarî bernede, dê bi mîlyonan Kurd li her du aliyên dîwar bicivin û vîna xwe ya neteweyî bi biryardarî nîşan bidin." Balûken bang li Îranê jî kir ku tavilê darvekirinan rawestîne.
Cîgirê Serokê Koma Partiya Aştî û Demokrasiyê Îdrîs Balûken, der barê dîwarê li Nisêbînê li ser sînor tê lêkirin de li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Balûken ragihand ku dîwarê li ser sînor tê lêkirin nîşaneya herî berçav a bêbaweriyê ye û got, "Li Rojava êrîşên çeteyan ên li hemberî gel zêde bûn. Di demeke wiha de, Tirkiye dixwaze gelê ku bi têlan nekarî ji hev veqetîne, bi lêkirina dîwaran ji ev qut bike. Ji çeteyan re derfet tên dayîn ku bi hêsanî derbas bibin, lê belê di navbera gelan de dîwar tê lêkirin.
Bi awayekî vekirî û zelal em dixwazin bêjin; emê destûrê nedin dîwarê li ser sînorê Rojava tê lêkirin. Ji bo ev dîwar neyê lêkirin, emê têkoşîna xwe bilind bikin. Hemû têkoşînên li Rojhilata Navîn ji bo rakirina sînorên beriya sed salan bi rastek hatine xêzkirine. Emê destûrê nedin ku di navbera gelan de dîwarên nû werin lêkirin, sînorên nû bên xêzkirin."
HIŞYARÎ Û BANGA JI HIKÛMETÊ RE
Balûken ragihand ku dîwarê hewl tê dayîn were lêkirin "encameke fobiya Kurd e" û got, "Mixabin nikarin xwe li rêxistinbûyîn û têkoşîna Kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe, rabigirin. Bi awayekî zelal tê zanîn, ku li pêşberî vîna gelan ti dîwar nikare bisekine. Eger li dîroka gelên mazlûm were temaşekirin, wê bê dîtin ku dîwarên bi vî rengî bi kêrî tiştekî nehatine."
Balûken diyar kir ku rojiya mirinê û çalakiya rûniştinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li erdê mayinkirî nîşan dide ku nerazîbûna gel a li dijî vê yekê di kîjan astê de ye û ev hişyarî da hikûmetê: "Eger hikûmet ji lêkirina vî dîwarê şermê venegere, dê bi mîlyonan Kurd li her du aliyên sînor bicivin û vîna xwe ya azad bi biryardariyeke mezin nîşan bidin û li ber xwe bidin. Divê neyê jibîrkirin, her dîwarekî nû were lêkirin, sedema raperîneke nû, sedema berxwedaneke nû ye. Pêwîste ev rastî bi zelalî were dîtin. Lewma em bang li hikûmetê dikin ku tavilê ji polîtîkaya xwe ya lêkirina dîwar vegere, di şûna dîwarê şermê de pirên xwişk û biratiyê ava bike. Dîsa em bang li hikûmetê dikin ku dest polîtîkaya xwe ya piştgirîdayîna çeteyan berde."
Balûken anî ziman ku ewê çalakiyên xurtir û girseyî, bi beşdariya alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê di rojên pêş de li Nisêbînê pêk bînin.
'BILA DARVEKIRIN TAVILÊ BÊN RAWESTANDIN'
Balûken di axaftina xwe de bal kişand ser darvekirinên li Îranê û got, "Em dibînin ku kengî Kurd li dora tifaqa neteweyî dicivin û ji bo bidestxistina statuya xwe têkoşînê bilind dikin, êrîşên li dijî gelê Kurd berfireh dibin. Li gel êrîşên li Rojava, li Îranê jî polîtîkaya tinekirina Kurdan bênavber dewam dike. Îran a ku ji sala 2011'an û vir ve bi PJAK'ê re di rewşa agirbestê de ye, li gorî biryara rawestandina darvekirinan ku yek ji şertên agirbestê ye, tevnagere. Rejîma Îranê di 26'ê Cotmehê de endamên PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîl Mamedî bi awayekî xwînxwarî bi darve kir. Girtiyê bi navê Mele Rehîm Reşîdî li Ûrmiyê hat bi darvekirin. Li dû van darvekirinan Dadgeha Bilind a Îranê, biryara darvekirinê ya du girtiyên Kurd jî erê kir.
Pêwendiya van polîtîkayên darvekirinê yên rêveberiya Tehranê, yekser bi rewşa herêmê heye. Darvekirin, lingê Îranê yê êrîşên li dijî statuya Kurdan e. Balkêş e ku ev darvekirin di demeke Enqere û Tehran nêzî hev dibin de, rû didin.
Îro Birêz Serokkomar û Birêz Serokwezîr bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtinê dikin. Em ji vê derê bi awayekî zelal bang li rêveberiya Îranê dikin. Tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan berde, darvekirinan ku sûcê li dijî mirovahiyê ye, rawestîne."
Balûken di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd wê li dijî van polîtîkayên teslîmgirtinê bêdeng nemîne û li her qadê têkoşîn û serhildana xwe dewam bike.