Avhewayê hilberîna zad a li Yekîtiya Ewropayê kêm kir

Şert û mercên neyînî yên hewayê, hilberîna zad a li welatên Yekîtiya Ewropayê gelekî kêm kir.

Li gorî daneyên saziya statîstîkê ya Wezareta Çandiniyê ya Fransayê (AGRESTE), paleyiya zadê li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê, li gorî par gelekî kêm bûye. Tê gotin, ji ber ku baran zêde bariya, di mehên Gulan û Hezîranê de tîna rojê bi têrkerî nedayê û di mehên Tîrmeh û Tebaxê de baran xweş nebariya, hilberîna zad kêm bûye.

Di sala 2015'an de hilberîna genimê nerm 152,7 mîlyon ton bû. Tê payîn ku paleyiya vî cûreyê genim heta dawiya salê, li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê dakeve 135 mîlyon tonî.

LI FRANSA, ELMANYA, BRÎTANYA Û POLONYAYÊ KÊM BÛ

Li gorî vê raporê, hilberîna zad bi taybetî li Elmanya û Fransayê kêm bûye, ku ev welat yek ji sê parên hilberîna giştî ya Yekîtiya Ewropayê pêk tînin. Li hin welatên li herêmên başûr, navîn û rojhilatê Ewropayê ev hilberîn zêde bû.

Li Fransayê, hilberîna genimê nem li gorî par, yek ji sê paran kêm bû û daket 28 mîlyon tonî. Li Elmanyayê ji 26,4 mîlyon tonî daket 24,4 mîlyon tonî. Li Brîtanyayê, di sala 2015'an de hilberîna genimê nerm 16,4 mîlyon ton bû, lê îsal daket 14,5 mîlyon tonî. Li Polonyayê 500 hezar ton kêm kir û daket 10,4 mîlyon tonî.

Hilberîna genimê nerm li Spanyayê ji 5,4 mîlyon tonî bû 6,7 mîlyon ton, li Romanyayê ji 7,9 mîlyon tonî bû 8,4 mîlyon ton, li Bûlgarîstanê ji 4,9 mîlyon tonî bû 5,6 mîlyon ton. Li Îtalyayê jî 200 hezar ton zêde kir û gihîşt 3,2 mîlyon ton.

HILBERÎNA GARIS, BI SAYA MACARÎSTAN, POLONYA Û SPANYAYÊ ZÊDE BÛ

Hilberîna garis a li Yekîtiya Ewropayê 1,5 mîlyon ton zêde kir û gihîşt 59,9 mîlyon tonî. Di vê zêdebûnê de para hilberîna li Macarîstanê gelek e, ku ji 6,5 mîlyon tonî gihîşt 8,9 mîlyon tonî. Li gorî lêkolînê, hilberîna garis a li Polonya û Spanyayê, xweş zêde bûye.

Tê payîn, hilberîna dendikê berberoj ê li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê ji 1 mîlyon 180 hezar tonî bigihêje 1 mîlyon 230 hezar tonî.