Asayîşa Rojava: Li dijî terorê em ketin qonaxeke nû

Asayîşa Rojava: Li dijî terorê em ketin qonaxeke nû

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, êrîşa bombeyî ya li Kobanê hêzên Asayîşê xistine qonaxe nû û diyar kir ku ewê lîstikan vala derxînin. 

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava der barê êrîşa bombeyî ya li dijî avahiya Heyva Sor a Kurd a Kobanê ku di encamê 5 jê zaroka bi giştî 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşa nemerd a li Kobanê, hêzên Asayîşê li dijî “terror û terorîstan” dixe qonaxeke nû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên tarî ku Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û Eniya El-Nusra nûnertiya wan dikin, li dijî vîna gelên ku li ser erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê dijîn, êrîşên nemerdî pêk tînin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên behsa mijarê di 11'ê Mijdarê de li dijî Heyva Sor a Kurd û saziyên sivîl ên nêzî wê êrîşa bombeyî pêk anîne. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û şîfa ji birîndaran re hate xwestin.

Di berdewam daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên Eniya El-Nusra û DAIŞ'ê yên ku li beranberî berxwedana YPG'ê ya li Rojavayê Girê Spî, rojavayê Serêkaniyê, Til Koçer û Til Elo têk çûne êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd xistine qonaxeke nû û kesên sivîl bi awayekî yekser hedef digirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşa bombeyî ya li Kobanê hêzên Asayîşê xistine qonaxeke nû ya berxwedana li dijî terorê û bang li hemû pêkhatiyên Rojava hate kirin bi haydarî tevbigerin û alîkariya hêzên Asayîşê bikin. Di berdewama daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: "Em bang li hemû gelên xwe yên Kurd, Ereb û Suryanî dikin ku di vê demê de şahî, meş û kombûnên xwe paşde bixin û ji bo parastina herêmê alîkariya Asayîşê bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên Asayîşê dê ji bo parastina hemû gund û bajarên Rojava li dijî êrîşan tedbîran bigirin û planên ku li dijî îradaya gelê herêmê têne kirin vala derbixin.