Artêşa Tirk sînorê Rojava binpê kir
Artêşa Tirk sînorê Rojava binpê kir
Artêşa Tirk sînorê Rojava binpê kir
Li gundên rojavayê bajarê Kobanê Artêşa Tirk li ser sînor liv û tevgera artêşa Tirk zêde bûn. Hat ragihandin beşek ji têlên li ser sînor hatiye rakirin rê li hemberî 4 gundên Rojava hatiye vekirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji gundên rojavayê bajarê Kobanê, Artêşa Tirk li ser sînor liv û tevgera artêşa Tirk a bi guman li ser sînor zêde bûye. Hat ragihandin ku têlên li ser beşek sînor hatiye rakirin û rê li hemberî 4 gundên Rojava hatiye vekir. Çavkaniyan gotin: “Artêşa Tirk bi alava paqijkirina mayînan, mayînên li ser sînor paqij dikir û rê li hemberî gundên ‘Kor Elî, Selîm, Bûban û Siftik’ ên ku 25 km li rojavayê bajarê Kobanê dikevin vekir. Artêşa Tirk xeta sînor û cihê mayînkirî derbas kir û gihîşte ser xeta trenê.
Çavkaniyan wiha dom kirin: “Artêşa Tirk tangeke xwe li ser girê li hemberî gundê Kazkan ê herêma Kobanê û leşkerên wê jî di mewziyan de xwe bi cih kirine.”