Artêşa Tirk Çiyayê Gabarê bombardûman kir
Artêşa Tirk Çiyayê Gabarê bombardûman kir
Artêşa Tirk Çiyayê Gabarê bombardûman kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk Çiyayê Gabarê û derdora wê bi hewan û obûsan bombardûman kiriye.
Navenda Ragihandina HPG’ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya li herêmê didome û ev agahî da, "17’ê Mijdarê Qereqola Girê Cotyar a artêşa Tirk a dagirker ya li derdora Çiyayê Gabarê yê girêdayî Şirnexê, hem derdora qereqolê, hem jî erazî bi hewan û obûsan bombardûman kiriye.
18’ê Mijdarê jî di navbera saet 17.30 û 18.30’an de li ser herêma Gabarê tevgera balafirên şer a artêşa Tirk hatiye dîtin. Her wiha saet di navbera 17:30 û 20:00’an jî balafirên bêmirov bi armanca keşfê li ser herêmê geriyane. Tevgera leşkerî ya li herêmê didome."