Li gorî protokola dinavbera Wezîrê Parastinê Ûrsûla von Der Leyen û Serokê Ajansa Federal a Kar Dîtinê Frank-Jurgen Weîse hate îmzekirin, wê ji bo penaberên Sûriyeyî bernameyekî ‘Perwerdehiya Pîşeyî” ya 4 hefteyan bê lidar xistin. Bernameya ku wê roja Şemiyê ku li 6 welatan destpê bike heta niha nêzî 120 penaberên Sûriyeyî beşdar bûne.
Ajansa Kar Dîtinê diyar kir ku wê di ware pîşe, tendirustî, alîkariya lezgîn û li gel teknîk û kargehan perwerdehî bê dayîn, bal hat kişandin ku ev perwede ‘ Ne tenê wê li Elmanaya di heman demê de dema ku vegeriyan welatên xwe jî wê fêdeyê bide wan.’
Lê li gorî ajansê hê jî li gorî pêwîst ‘Endam’ ne hatine dîtin.