Aloziya Sûriyeyê: Pûtîn ziyareta xwe ya Parîsê betal kir
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku ji ber şerê li Sûriyeyê têkîliyên wan bi welatên rojavayî re aloz in, serdana xwe ya Parîsê betal kir.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku ji ber şerê li Sûriyeyê têkîliyên wan bi welatên rojavayî re aloz in, serdana xwe ya Parîsê betal kir.
Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov da xuyakirin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ziyareta xwe ya wê 19’ê Cotmehê pêk bihata betal kiriye. Peskov diyar kir ku dema Serokkomarê Fransayê François Hollande ‘demek guncav diyar bike’ wê serdan pêk were.
Peskov destnîşan kir ku di heman rojê de wê li Berlînê civînên lîderên Rûs, Ûkrayna, Fransa û Elmanyayê wek hatiye diyarkirin wê pêk were.
Wek hinceta betalkirina serdana Pûtîn a ji bo Fransayê jî di serî de Heleb, ji ber bûyerên li Sûriyeyê tewanbarkirina Rûsyayê tê nîşandan.
Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande herî dawî roja Şemiyê daxuyanî dabû, têkîldarî serdana Pûtîn wiha gotibû; “Ez ji xwe dipirsim, gelo wê bi sûd be, pêwîst be û ûnsurek zextê hebe?’ Tê gotin ku ev axaftina di betalkirina serdanê de rol lîstine.