Alîkariya mirovahî li Kobanê li koçberan hate belavkir

Alîkariya mirovahî li Kobanê li koçberan hate belavkir

Komîteya Alîkariyên Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd li bajarê Kobanê alîkariyên ji Bakurê Kurdistanê ji bo gelê Rojava hatibû şandin li koçberan belav kir.

Alîkariyên mirovî ji aliyê saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ve hatibûn berhevkirin û di Deriyê Sînor yê kobanê re ji bo Rojavayê Kurdsitanê hatibû şandin, ji aliyê Komîteya Alîkariyên Mirovahî ya Desteya Bilind a Kurd li koçer û kesên xizan ên hatine Kobanê belav kirin.

Alîkariya ku hate belavkirin ji madeyên xwarinê pêk tê, li malbatên koçber ên li taxên Şehîd Serhed û taxa şehîd Kawa ya miştenûrê hatin belav kirin.

Endamên komîteyê destnîşankirin ku piştî bajêr dê dest bi belavkirina alîkariyan li gundên herêmê bikin.