Agirê bi bîrên petrolê ketibûn têne vemirandin
Agirê bi bîrên petrolê ketibûn têne vemirandin
Agirê bi bîrên petrolê ketibûn têne vemirandin
Komên çeteyên DAIŞ’ê Eniya El Nusra/Lîwa Tewhîd ku ji meha Tîrmehê êrîşê herêmê kiribûn û piştî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wan koman ji herêmê derxistin, wan komên çeteyan berî ji herêmê birevin du bîrên petrolê teqandibûn û bi rojane dişewûtîn. Meclîsa Gel ya herêma Girkê Legê û Rêmelan bi hevkariya kesên pispor xebatên vemirandina agir dan destpêkirin û hate zanîn xebatên vemirandinê dê qasî 10 rojan bidome.
Meclîsa Gel ya Girkê Legê û Rêmelan xebatên vemirandina bîrên petrolê ku pîştî komên çeteyên DAIŞ’ê Eniya El Nusra/Lîwa Tewhîd bi berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herêmê hatin derxistin, teqandibûn û bi rojane dişewûtîn, destpêkir. Komên çeteyên DAIŞ’ê Eniya El Nusra/Lîwa Tewhîd ji meha Tîrmehê ji wan bîran petrola herêmê didizîn, piştî operasyona YPG’ê li ser herêmê destpêkir bîran teqandibûn û agir bi petrolê ketibû. Yek ji endeziyarên vemirandinê Can Lehdo diyar kir ku yek ji van bîran ji ber ku xwezaya xwe de petrolê davêje girînge û wiha got: “Erka me ya sereke em agir van bîran vemirînin. Jiber ku ev petrol sermaya gele û divê em biparêzin. Erka din jî ku dikeve ser milê me ew e ku em xwezayê biparêzin, jiber ku dûmana ji van agiran derdikeve bandora xwe li ser tenduristiya mirovan û xwezayê dike.” Her wiha Lehdo da diyarkir ku bandora dûmanê heta 50 km dike.
Li aliyekî din endeziyarê bi navê Diyab Xelef wiha destnîşan kir: “Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê Eniya El Nusra/Lîwa Tewhîd petrol ji van bîran bi awayekî ne rewa û ne pispor dikişandine û didizîne. Jiber ku evan bîranan bi awayekî xwezayî petrolê davêje derve. Komên çete ku di kişandina petrolê de ne pispor in, gelek ji petrolê dirijandin û piştî didizîn agir pê dixistin.” Her wiha da zanîn ku gelek bandorî li welatiyên derdorê û zeviyên wan kiriye.
Hate zanîn dê xebatên vemirandina agir dê qasî 10 rojan bidome.