8 ambûlansên din gihîştin Rojava

8 ambûlansên din gihîştin Rojava

8 ambûlansên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ku navendê wê li Elmanyayê ye ve ji bo piştgiriya gelê Rojava hatibûn şandin, gihîştin bajarê Qamişlo yê Rojava.

Ambûlasên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve bi piştgiriya gelê Kurd ê li Ewropayê ve hatibûn şandin, duh di demjimêr 14.30'an de derbasî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Ambûlans ji aliyê rayedarên Heyva Sor  a Kurd a Rojava ve hatin wergirtin.

Hate gotin ku ambulans wê li gorî pêdiviyan li bajarên herêma Cizîrê bêne belavkirin.