62 ciwanên Serêkaniyê erka xweparastinê bicih anîn

62 ciwanên Serêkaniyê erka xweparastinê bicih anîn

Îro 62 ciwanên bajarê Serêkaniyê qanûna erka xweparastinê pêk anîn û berê xwe dan navendên perwerdeyê.

Îro danê sibê 62 ciwanên ji bajarê Serêkaniyê ku ji bo pêkanîna erka xweparastinê hatibûn agahdarkirin, li pêşiya Navenda Erka Xweparastinê kom bûn da ku berê xwe bidin navendên perwerdeyê leşkerî û bîrdozî wekî ku dema agahdariyê ji wan hatibû xwestin.

Yek ji ciwanê ku erka xweparastinê bicih anî Mezlûm Teqreq kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Pêkanîna erka xweparastinê ji her kesê ku ji welatê xwe hez bike û namûsa wî hebe, tê xwestin û divê bicih bîne."

Mazlûm bang li hemû ciwanan kir ku vegerin welatê xwe û qanûna erka xweparastina herêmên xwe bicih bînin. Beriya ku ciwan biçin navendên perwerdeyê, li ber dengê stranên şoreşgerî govend gerandin.

Navenda Erka xweparastinê ya bajarê Serêkaniyê di destpêka Mijdarê de ciwanên bajar ji bo pêkanîn erka xweparastinê agahdar kiribû û heta niha jî yên mane agahdar dike. Li gorî agahdariya ku hat kirin, divê ciwan piştî hefteyekê ji agahdariyê, serdana navendê bikin û dema pêkanîna erkê diyar bikin.