5 gund û gelek mezrayên Serêkaniyê ji çeteyan hatin paqijkirin

5 gund û gelek mezrayên Serêkaniyê ji çeteyan hatin paqijkirin

Operasyona hêzên YPG û YPJ’ê li başûr û başûrêrojavayê Serêkaniyê li hember çeteyên DAIŞ didome.

Di encama opersyonan de du rojên dawî ne 5 gund û gelek mezra ji çeteyan hatine paqijkirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî mijarê got,  “Operasyona şervanên YPG/YPJ ku li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê dane destpêkirin dewam dike. Hêzên me di çarçoveya operasyonê de, di nava du rojên dawî de 5 gundên bi navê Omeyir, Nofeliyê, Tolan, Nûh û Girê Ebubekîr û gelek gundik rizgarkirin. Pevçunên di vê operasyonê de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 7 çete hatin kuştin. Operasyona hêzên me li vê herêmê dewam dike.”