4 kes hatin girtin
4 kes hatin girtin
4 kes hatin girtin
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 4 kes bi hinceta ku tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne bi biryara dadgehê hatin girtin.
Roja 12’ê Mijdarê, tîmên taybet serê sibê bi ser gundê Şapatanê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de girtibûn û welatiyên bi navê M.A.T. û P.G. û li navenda navçeyê jî M.E. û S.E. hatibûn binçavkirin. Piştî karên li qereqolê bi dawî bûn, 4 kes şandin edliyeyê. Dozger bi daxwaza girtinê 4 kes sewqî dadgehê kir û dadgehê jî bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” biryara girtinê da.