3 BDP'î bi îdîaya 'Sazkirina Dadgeha Bajar a KCK'ê' hatin girtin
3 BDP'î bi îdîaya 'Sazkirina Dadgeha Bajar a KCK'ê' hatin girtin
3 BDP'î bi îdîaya 'Sazkirina Dadgeha Bajar a KCK'ê' hatin girtin
7 endam û rêveberên BDP'ê yên li Sêrt, Amed û Êlihê hatin binçavkirin jê 3 kes bi îdîaya "Sazkirina Dadgeha Bajar a KCK'ê hatin girtin.
Li Sêrt, Amed û Êlihê 3 roj berê di serdegirtina malan de bi îdîaya "Sazkirina Dadgeha Bajar a KCK'ê 7 kes hatin girtin û şandin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. 7 kesên ku li Midûriyeta Polisan a Sêrtê îfadeya wan bi dawî bû sewqî dozgeriya komarê ya Amedê hatin kirin.
Piştî dozgeriyê ifadeay wan girt, Xebatkarê navenda Giştî ya BDP'ê Mahsum Baday, Endamê Komîsyona Perwerdehiya Akademiya Siyasetê Kinyas Şimşek û endamê BDP'ê Ahmet Dayanan û kurê wî Cengiz Dayanan pişti îfadeyê serbest hatin berdan.
Dozger piştî îfadayê 3 kesan girt, Xelatkarê Weşanxaneya Aramê Huseyin Caruş, Endamê meclisa BDP'ê Mahir Bekleviş û Xebatkarê Giştî yê BDP'ê Sidik Eren sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyên 3 kesan guhdar kir bi heman îdîayê der barê 3 kesan de biryara girtinê da û şandin Giertîgeha Tîpa D ya Amedê.