ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
YE xwe ji banga Merz a ji bo sivikkirina cezayên li ser Îranê dûr digire
Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe ji banga Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz ji bo sivikkirina cezayên li ser Îranê dûr digirin. Bruksel di wê baweriyê de ye ku ji bo gavek wisa pir zû ye. -
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derdikeve tura dîplomasiyê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ji bo nirxandina geşedanên herêmî û xurtkirina kordînasyonê, dest bi bernameyeke serdanê ya ku sê welatan dihewîne kiriye. -
Medyaya Îranê: Eraqcî dê biçe Îslamabadê
Ajansa dewletê ya Îranê IRNA’yê piştrast kir ku Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqcî dê îro biçe Îslamabadê. Ev serdan wekî hewildanek ji bo vejandina têkiliyên dîplomatîk di bin sîbera şerê bi DYA û Îsraîlê re tê dîtin. -
Şerê Rojhilata Navîn: DYE’yê banga ‘lihevkirina cidî’ li Îranê kir
Wezîrê Şer yê DYE’yê Pete Hegseth banga ‘lihevkirina cidî’ li Îranê kir û ragihand ku dorpêça behrê ya li hemberî Tehranê wê bidome. Bi vê yekê re li herêmê liv û tevgera leşkerî zêde dibe û hewl tê dayîn, peywendiyên dîplomatîk bên zindîkirin. -
DYE ji bo Rojhilata Navîn dest bi sewqiyeteke nû ya leşkerî kir
The Washington Postê, ragihand ku DYE amadekariya şandina bêhtirî 4 hezar leşkerên din ji bo Rojhilata Navîn dike. Tevî agirbestê jî sewqiyeta leşkerî ya li herêmê didome. -
NYT: Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney bi giranî birîndar e
The New York Timesê ragihand ku lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney di rojên destpêkê yên şer de bi giranî birîndar bû. Li gorî nûçeyê rewşa tenduristiyê ya Xamaney cidî jî be tevlî pêvajoyên biryardanê dibe. -
Trump: Agirbesta Îsraîl-Lubnanê wê sê hefteyan bê dirêjkirin
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê wê sê hefteyên din bê dirêjkirin û alî dikarin li Qesra Spî hevdîtinê bikin. -
Birîna ku 111 sal in nekewiya ye: Qirkirina Ermeniyan
Dewleta Osmanî ku Ermenî weke sedema têkçûna xwe ya li Şerê Cîhanê yê Yekemîn dît, bi sed hezaran Ermenî qetil kir, yên mayî jî ji warê xwe sirgûn kir, dest danî ser milk û hebûna wan a çandî û bi fermaneke giştî qirkirin pêk anî. -
Krîza siyasî ya li Iraqê giran dibe
Li Iraqê Çarçoveya Koordînasyona Şîa kete roja dawî ya dema destûra bingehîn, lê hîn jî namzetê serokwezîr nekarî diyar bike. Navê Îhsan el-Avadî li hemberî Malîkî derdikeve pêş. Eger lihevkirin nebe wê krîza siyasî ya li welêt hîn giran bibe. -
RSF: Li Lubnanê qetilkirina rojnamevanan 'sûcê şer e’
Rojnamevanên Sînornenas kronolojiya bûyerên derbarê rojnamevan Emel Xelîl a di êrîşeke Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hat qetilkirin ji nû ve ava kir û êrîş wekî sûcê şer bi nav kir. -
Di êrîşên ser Başûrê Lubnanê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên piştî agirbesta 10 rojan de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 3 kes jiyana xwe ji dan. -
Îsraîl: Em dikarin Îranê vegerînin serdema kevirî
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ji bo "Îranê vegerînin Serdema Kevirî" li benda pejirandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne. -
Paqijkirina Tengava Hurmuzê ji mayinan dibe ku 6 mehan dewam bike
Li gorî Pentagonê, paqijkirina Tengava Hurmuzê ji mayinan dibe ku bi mehan dewam bike. Vê rewşê rewşa nediyar a li ser bazara enerjiyê ya global zêde kir. -
HRANA: Îranê 9 girtiyên siyasî tecrîd kiriye
HRANA'yê ragihand ku 9 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Kizilhîsarê re hatine veguhestin li hucreyên yek kesî têne ragirtin û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin. -
Îran: Heke binpêkirina agirbestê berdewam bike vekirina Tengava Hurmuzê ne pêkan e
Sermuzakervanê Îranê, Mihemed Bager Qalibaf diyar kir ku heke binpêkirina agirbestê berdewam bike vekirina Tengava Hurmuzê “ne pêkan e” û banga bidawîkirina dorpêça deryayî kir. -
Li Îranê zêdeyî 3 hezar kes hatin binçavkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka şer ve, zêdetirî 3 hezar welatî, ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa gelek ji wan nediyare. -
Li Îranê xebatkarê Saziya Enerjiya Atomê Ferîd hate darvekirin
Xebatkarê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Mehdî Ferîd bi îdîaya "bi Îsraîlê re xebitî ye" û "sîxurî kiriye" hate darvekirin. -
Li gorî Trump, Îran di aliyê fînansî ve hildiweşe!
Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku girtina Kendava Hurmuzê, aboriya Îranê bi rengekî giran bandor kiriye. Biryara dirêjkirina agirbestê hate dayîn, muzakereyên navbera Tehran û Washingtonê jî nediyariya xwe didomîne. -
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Îranê Ali Zohrabi yê 34 salî hate darvekirin. Cezayê darvekirinê bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" a piştî nîqaşa bi polîsekî trafîkê lê hatibû birîn. -
Amnesty: Li Sûriyeyê binpêkirina mafên mirovan divê demildest bi dawî bibe
Amnesty International têkildarî binpêkirinên mafan ên li seranserî cîhanê rapor weşand û got, li Sûriyeyê binpêkirina mafên mirovan divê demildest bi dawî bibe. -
Ji bo Tengava Hurmuzê konferansa pir neteweyan destpê dike
Bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê, di konferansa li Londonê de ku zêdeyî 30 welat tevlî bûn, ji bo jinûve vekirin Tengava Hurmuzê planên leşkerî têne nirxandin. -
Serdana JD Vance ya Îslamabadê hat rawestandin
Li gorî nûçeya New York Times’ê, ji ber ku Tehranê bersiv neda daxwazên muzakereyê yên DYA’yê, serdana Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance ya ji bo Îslamabadê heta demeke nediyar hat paşxistin. -
Trump: Heke lihevkirin çênebe, em ê ji nû ve Îranê bombebaran bikin
Donald Trump daxuyand ku ji agirbesta 14 rojan re end saet mane ku biqede ew dikarin ji nû ve Îranê bombebaran bikin. Her çendî Trump diyar kir ku muzakere didomin jî vebijêrka leşkerî li ser maseyê ye. -
Elmanya û Îtalya daxwaza rawestandina hevkariyê ya di navbera Îsraîl û YE'yê de red kir
Di dema ku li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Libnan û Şerîeya Rojava bertek zêde dibin, Elmanya û Îtalyayê daxwazên rawestandina peymana hevkariyê ya di navbera Îsraîl û Yekîtiya Ewropayê (YE) de red kirin. -
Hejmara kesên ku li Libnanê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 2 hezar û 454 kesan
Di şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku ev şeş hefte ne li Lubnanê berdewam dike, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 454 kesan. Di dema ku agirbest berdewam dike de, derxistina cenazeyan ji bin kavilan jî didome.