ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Hevdîtina Trump-Netanyahu: ‘’Ez te xilas dikim, hemû kes ji te nefret dike’
Derket holê ku di hevdîtina bi rêya telefonê ya navbera Serokê DYE’YÊ Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ya têkildarî mijara Lubnanê de nîqaşeke tund derbas bûye. Trump piştrast kir ku nîqaşek çêbûye. -
Peyama Trump a têkildarê Îranê: ‘Dibe ku dawiya vê heftê lihevkirinek pêk were’
Serokê DYE Donald Trump, ragihand ku dibe danûstandinên bi Îranê re heta dawiya hefteyê encam bide. Kongreya DYE jî biryareke ne derbasdar li dijî şer derxist. -
Îsraîl û Lubnanê li ser agirbestê li hev kirin: Şertê bêçekbûna Hîzbûllahê
Piştî hevdîtinên bi navbeynkariya DYE'yê Îsraîl û Lubnanê li ser bicihanîna agirbestê li hev kirin. Îsraîlê agirbest bi şertê bêçekkirina Hîzbûllahê ve girê da. -
Rejîma Îranê Fethullah Avarî bi darve kir
Îranê Fethullah Avarî ku di çalakiyên meha Çileyê de hate girtin, bi darve kir. -
Trump dixwaze bi Mucteba Hamaney re hevdîtinê bike
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump piştî êrîşên bi mehan ên li ser Îranê, diyar kir ku li qadê pêdivî bi leşkerên Emerîkayê nîne. -
Îranê hişyarî da: Em ê bi barana fuze û droneyan bersivê bidin
Şêwirmendê leşkerî yê lîderê olî yê Îranê Ruhsen Rezayi ragihand ku eger DYE li dijî Îranê dest bi êrişeke nû bike, ew ê bi "Barana ji fuze û amûrên hewayî yên bêmirov" bersivê bidin. -
Li Mûsilê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Li Mûsilê di encama operasyoneke hêzên Heşdî Şeebî sê çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin. -
Tûgayên Seyîd Şuheda wê çekan bernede
Koma çekdar a bi navê ‘Ketayîbî Seyîd Şuheda’ ya girêdayî Heşdî Şeebî, ragihand ku ew ê çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê nekin. -
Îsraîlê bombe li Lubnanê barand: Bîlanço giran dibe
Êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê û medyaya wê, ji roja sêşemê ve zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. -
DYE'yê êriş bir ser Îranê, Îranê jî êriş bir ser Kûweyt û Bahreynê
Li gel agirbesta navbera DYE Û Îranê êrişên herdu aliyan dewam dikin. Îranê li Kûweyt û Bahreynê xist. DYE'yê ragihand ku tankerek bê bandor kiriye ku hewl dida dorpêça deryayî bişikîne. -
Washingtonê ji bo danûstandinên bi Tehranê re şertê yekem diyar kir
DYEˊyê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên ji çend hefteyan ve rawestiyane, şertê xwe yê yekem ji bo pêkanîna rêkeftinekê danî. -
Di navbera Lubnan û Îsraîlê de gereke nû tê lidarxistin
Wezareta Derve ya Emerîkayê diyar kir ku di navbera Lubnanê û Îsraîlê de bi amadebûna nûnerên ji her du aliyan gereke nû tê lidarxistin. -
Tevgera Esaîb Ehlî Heq biryar da ku ji Heşdî Şeebî cuda bibe
Tevgera Esaîb Ehlî Heq ragihand ku wan komîsyoneke navendî ava kiriye da ku dawî bi peywendiyên xwe yên bi hêzên Heşdî Şeebî re bînin. Hat destnîşankirin ku ev biryar li gorî daxwaza Desthilatdariya Bilind a Olî hatiye girtin. -
Fransa: Ti tişt nikare dagirkeriya demdirêj a Îsraîlê ya li Lubnanê mafdar nîşan bide
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot anî ziman ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Lubnanê û dagirkeriyeke demdirêj a gengaz nayê qebûlkirin. -
Di navbera Trump û Netanyahu de rageşiya ‘Lubnan’ê: ‘Tu bi temamî dîn bûye’
Hat îdîakirin ku Serokê DYE’yê Donald Trump bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re axivî û gotinên tund jê re kirine. Hat gotin, ji ber planên êrîşa li ser Beyrûdê, Trump ji Netanyahu re gotiye, “Tu bi temamî dîn bûye.” -
Trump: Îsraîl wê leşkeran neşîne Beyrûtê
Serokê DYE’yê Donald Trump piştî hevdîtina bi Netanyahu re ragihand ku Îsraîlê tevgera leşkerî ya plankirî ber bi Beyrûtê ve rawestandiye. Trump îdia kir ku bi Hizbullahê re têkiliyên nerasterast hatine çêkirin û li ser pêkanîna agirbestê li hev kirine. -
Îran: Heta ku êrîşên Îsraîlê berdewam bikin, dê bi DYE'yê re hevdîtin çênebin
Tehranê ragihand ku heta operasyonên Îsraîlê yên li ser Libnan û Xezayê bi dawî nebin, ew ê venegerin ser hevdîtinên aştiyê yên bi DYE'yê re. Hîzbullahê jî diyar kir ku li Başûrê Libnanê şer û pevçûnên wan ên bi hêzên Îsraîlê re berdewam dikin -
Îran: Ji bo lihevkirina bi DYE’yê re li Lubnanê agirbest şert e
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku lihevkirineke muhtemel a bi DYE’yê re, girêdayî bicihanîna agirbesta li Lubnanê ye. Tehranê Washington bi binpêkirina agirbestê sûcdar kir. Îsraîl jî diyar kir ku li eniya bakur ne agirbest, şer diqewime. -
Tevî agirbestê jî DYE’yê pêla êrîşeke nû pêk anî
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku dawiya hefteyê li başûrê Îranê sîstemên kontrolê yên balafiên bêmirov û radar hedef girtiye. -
Îranê 2 kesên din darve kir
Rejîma Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî darve kir. -
Îranê 2 ciwanên din ên Kurd binçav kir, girtî di bin zextê de ne
Dewleta Îranê 2 ciwanên Kurd binçav kir. Jinên girtî jî di bin zextê de ne. -
Li Mûsilê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
Hêzên Heşda Şebî li Mûsilê operasyonek lidar xistin, di encamê de çeteyekî DAÎŞ’ê ku biryara girtinê li ser hebû, hat girtin. -
Îran: Heta ku mafên me neyên misogerkirin em ê ti peymanê erê nekin
Serokê Meclîsa Îranê û sermuzakerevanê Tehranê Mûhammed Bakir Galîbaf got, heta ku mafên welatên wî bi temamî neyên garantîkirin wê bi DYE'yê re ti peymanê qebûl nekin. -
Îranê droneyeke DYE'yê anî xwarê
Hêzên Îranê ragihandin ku droneyeke bi tîpa MQ-1 a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) aniye xwarê. -
Artêşa Îsraîlê Keleha Şiqêfê bi dest xist
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Keleha Şiqêfê (Beaufort) bi dest xistiye ku li Başûrê Lubnanê xwedî girîngiyeke stratejîk e.