ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Trump pêşniyar kir ku şerê li dijî Hîzbûllahê ji Sûriyeyê re bihêle
Serokê DYE'yê Donald Trump pêşniyar kir ku eger Îsraîl "nikaribe bike" wê demê Sûriye dikare li hemberî Hîzbûllahê şer bike. -
Bafil Talabanî û Tom Barrack li Bexdayê li hev rûniştin
Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê DYE'yê Donald Trump ê ji Karên Iraq û Sûriyeyê Berpirsyar Tom Barrack re hevdîtin kir. -
Arakçî: Êrişek li ser Lubnanê wê bibe binpêkirina peymanê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî hişyarî da ku eger Îsraîl êrişî Lubnanê bike yan jî bi dewamî li xaka Lubnanê bimîne, ev yek wê bê wateya binpêkirina peymana bi DYE'yê re. -
Barrack bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kir, ew vexwend DYE'yê
Tom Barrack nûnerê taybet ê Serokê DYE'yê yê ji karên Iraq û Sûriyeyê berpirsyar bi Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî re hevdîtin kir. -
Peymana çarçoveyî ya navbera DYE û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin
Hat ragihandin ku Serokê DYE’yê Donald Trump, Cîgirê Serok JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mohammad Bagher Qalibaf ji bo dawî li şerê navbera DYE û Îranê were li ser elektronîkê peymaneke çarçoveyî îmze kirin. -
Tom Barrack li Bexdayê ye
Tom Barrack ê gihîşte Bexdaya patyextê Iraqê wê li gel rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne. -
Rejîma Îranê 3 Kurd binçav kir
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarên Kamyaran û Bokoanê 3 Kurd ji aliyê Rêxistina Îstîxbaratê ya Îranê ve hatin binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn. -
Îsraîl: Em ê heta dawiyê li Libnan, Sûriye û Xezeyê bimînin!
Tevî peyamana di navbera DYE û Îranê de hatî ragihandin jî, Îsraîlê diyar kir ku ew ê ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venekişin. -
Vance: Peymana DYE-Îranê dikare Rojhilata Navîn 50 salan veguherîne
Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance anî ziman ku peymana navbera Washington û Tehranê wê nehêle ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî û paşeroja Rojhilata Navîn dikare ji binî ve biguherîne. -
Êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Beyrûtê: Herî kêm 3 kes mirin û 15 kes birîndar bûn
Di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser banliyoya başûrê Beyrûtê de, herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birîndar bûn. -
Rêxistina Efûyê: Divê rejîma Îranê darvekirina girtiyên siyasî rawestîne
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bang li rayedarên Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê li girtiyên siyasî birî ye, bi lez rawestîne. -
Trump: Îranê qebûl kir ku ti carî nebe xwedî çeka nukleerî
Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku Îranê qebûl kiriye ku ti carî nebe xwedî çeka nukleerî. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî got, ew li bendê ne ku peyman di nava 24 saetan de temam bibe. -
Ji bo 2 girtiyên ku cezayên wan ên darvekirinê hatine erêkirin, banga lezgîn hat kirin
Rejîma Îranê 2 girtiyên ku cezayên wan ên darvekirinê hatine erêkirin, sewqî Girtîgeha Qezel Hesar kir. Tora mafên mirovan ji bo girtiyan banga alîkariya lezgîn kir. -
Îranê 6 sal ceza li hunermendê Kurd Mehdî Pakmehrê birî
Dadgeha Şoreşa Îslamî û Sûc ya rejîma Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê Kurd Mehdî Pakmêhir birî. -
Medya Îranê pêşnûmeya mutabaqata ji 14 xalan a bi Washingtonê re eşkere kir
Ajansa Mehr News a nêzî dewleta Îranê detayên pêşnûmeya mutabaqateke ji 14 xalan eşkere kir uk di navbera Tehran û Washingtonê de muzakereya wê tê kirin. -
Li Rojhilata Navîn bendewariya ‘lihevkirinê’ bandor li bihayên petrolê kir
Piştî daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ên têkildarê lihevkirinê bi Îranê re ji bo bi dawîkirina şer, bihayên petrolê kêm bûn. -
Navbera Washington-Tehranê nîqaşên li ser ‘peymanê’
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Donald Trump ragihand ku planên êrîşên li ser Îranê, di kêliya dawî de betal kir û îdîa kir ku bi Tehranê re ‘peymaneke pir baş’ hatiye çêkirin. Lê Îranê got, hîna biryareke teqez nehatiye dayîn. -
UNICEF: Divê em nehêlin ku mirina zarokan bibe normal
UNICEF’ê di daxuyaniyekê de bal kişand ser kuştina zarokên Zivala Xezayê û Şerîaya Rojava û diyar kir ku divê ev yek wekî ‘rastiyek nû’ yan jî bûyerek normal neyê hesibandin. -
Serçeteyekî DAÎŞ’ê li Bextayê hat girtin
Dezgeha Dije Terorê, ragihand ku li bajaroka Tarmiye ya Bexdayê wan serçeteyekî DAÎŞ’ê girtiye. -
Ji 22 welatan banga li Îranê
22 welatan bang li Îranê kir ku dawî li kuştin, revandin û çalakiyên tirsandinê bîne û destnîşan kirin ku ev rewş binpêkirina serweriya neteweyî ye. -
Li ber siya nelirêtî û şer Netanyahû car din namzet e
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû wê di hilbijartinên giştî de ku tê payîn meha Cotmehê were kirin, car din wê bibe namzet. -
Amnesty: Divê her cûre hevkariya bi Îsraîlê re bê qedexekirin
Amnesty International di raporeke nû de bang li dewletan kir ku têkiliyên xwe yên bazirganî, malî û sazûmanî yên bi Îsraîlê re ji ber dagirkeriya li Fîlîstînê bi dawî bikin. -
Piştî êrişên DYE'yê li Îranê 20 hezar kes bê av man
Piştî ku du depoyên avê yên li bajarê Sirikê yê li başûrê Îranê ji aliyê balafirên şer ên DYE'yê ve hatin bombekirin, nêzî 20 hezar kes bê av man. -
Îran dixwaze girtiyan bişîne qadên şer
Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku rejîmam Îranê dixwaze di bin navê "dilxwaziyê" de girtiyan bişîne herêmên şer. -
DYE'yê bombe li Îranê barand, Îranê li baregehên DYE'yê yên li herêmê xist
Bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trump artêşa Emerîkayê piştî îdîaya xistina helîkoptereke DYE'yî, êrişên hewayî bir ser Îranê. Îranê jî li baregehên Emerîkî yên li Bahreyn û Urdunê xist.