ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îsraîl: Em ji Lubnanê xakê naxwazin, lê em ê venekişin
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îdîa kir ku welatê wî ji Lubnanê xakê naxwaze. Gideon Saar ragihand ku Îsraîl ji "herêma ewlekariyê" ya li başûrê Lubnanê venakişe. -
Ji DYE û Îranê nexşerêya 60 rojî: Ji bo Hurmuz û Lubnanê mekanîzmayên hevpar
Piştî hevdîtinên li Swîsreyê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îranê li ser nexşerêyeke ku armanc dike di nava 60 rojan de lihevkirinê çêbike û şer bi dawî bike, li hev kirin. -
Îsraîl di dagirkirina Libnanê de bi israr e: ‘Em ê venekişin’
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, diyar kir ku artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê bê astengî dikare operasyonan pêk bîne û got ku Îsraîl ji deverên ku weke ‘herêmên ewlehiyê’ tê binavkirin dê venekişe. -
Wezîfeya Qasim Erecî hate guhertin
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ji bo Şêwirmendê Ewlekariyê yê Serokwezîrê Iraqê hate tayînkirin. -
Hevdîtinên DYE-Îranê li Swîsreyê destpê dikin: Kendava Hurmuzê car din hate girtin
Şandeyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îranê ji bo têkildarî bernameya nukleer û bidawîkirina şer li hev bikin, li Swîsreyê dest bi muzakereyan kirin. Lê piştî dewamkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, Tehranê kendav car din girt. -
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistan- IV: Darvekirinên bi navê 'Dozên Ewlekariyê zêde bûn
Îran her sal bi darvekirina bi sedan kes hem mafên wan ên jiyanê tune dike, hem jî hewl dide muxalefetê bitirsîne. ‘Dozên ewlehiyê’ û pêvajoya darizandinên veşartî, darvekirinan dikin yek ji amûrên herî tund ên kontrola rejîmê. -
Di êrîşa Îsraîlê de 47 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku îro, di êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser hejmarek herêmên Lubnanê de 47 kes hatin kuştin û 97 kes jî birîndar bûne. -
Di navbera Îsraîl û Hizbullahê de agibesteke nû
Di encama hevdîtinên bi navbeynkariya DYE û Qeterê de, agibesteke di navbera Îsraîl û Hizbullahê de çêbû. Aliyan agirbestê piştrast kirin û artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê li herêma tampon ya li başûrê Lubnanê bimîne. -
Îsraîl bombeyan li Lubnanê dibarîne, ji Îranê hişyariya ‘xeta sor’
Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakir Galîbaf got, di hevdîtinên ku siberojê bi DYE’yê re bên kirin de Tehran wê ji ‘xetên sor’ tawîz nede. -
Wezîrê Îsraîlî Ben Gvir: Divê Lubnan bi temamî bişewite!
Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben Gvir piştî eşkerebûna mirina çar leşkerên Îsraîlî li Lubnanê got, "Divê Lubnan bi temamî bişewite." -
Li Başûrê Lubnanê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 25 kes mirin
Di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê de li Başûrê Lubnanê herî kêm 25 kes mirin. Gelek ji qurbaniyan ji heman malbatê û zarok bûn. -
DYE'yê dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê rakir
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serok Donald Trump dorpêça li ser trafîka deryayî ya li bendergehên Îranê hatiye rakirin. -
JD Vance hişyarî da Îsraîlê: Ez li şûna wan bûma min ê yekane hevalbendê xwe yê xurt nekiriba hedef
Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance bi tundî li ber dijberên Donald Trump ên li nava hikumeta Îsraîlê rabû û bang kir ku li şûna rexnekirina Serokê DYE'yê "bila çavên xwe vekin". -
Danûstandinên DYE-Îranê yên li Swîsreyê hatin taloqkirin
Hevdîtinên li ser amadekirina peymana dawî ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê, çend saet beriya destpêkirinê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin. -
Di bin siya şer de Îran: Ji Rojhilatê heya Sistan-Belûcistanê mekanîzmaya zextê kûr dibe -II-
Rejîma Îranê, li Rojhilat û Sistan-Belûcistanê mekanîzmayên zext û konrtolkirinê tund dike, muxalefeta hundirîn diçewisîne û rageşiyên derve jî ji bo rewakirina vê pêvajoyê vediguherîne amûreke sîstematîk. -
ICAN: Peymana Îran-DYE nîşan da ku çekên nukleerî avantajeke stratejîk peyda nakin
Kampanyaya Navneteweyî ya Jiholêrakirina Çekên Nukleerî (ICAN) a xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2017’an e daxuyand ku peymana di navbera DYE û Îranê de hatiye îmzekirin nîşan da ku çekên nukleerî ewlehî an serweriya siyasî peyda nakin. -
Li Îranê êrîşa li ser protestoya Beluc: 7 jin birîndar bûn, 6 kes hatin binçavkirin
Hêzên rejîma Îranê bi awayekî tund destwerdanê li ser protestoya xelkê Beluc kir, 7 jin birîndar bûn û 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. -
Îsraîlê hemû danûstandin bi şefa polîtîkaya derve ya YE'yê Kaja Kallas birî
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku bi Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas re danûstandinên dîplomatîk hemû biriye. -
Trump: Yên ku peymanê rexne dikin ya hesûd in, ya jî bêfêhm in!
Serokê DYE'yê Donald Trump kesên ku protokola mutabaqatê ya bi Îranê re hatiye îmzekirin rexne dikin, bi gotina "Hesûd", "Bi nêta xerab" an jî "Bêfêhm" sûcdar kir. -
Trump metna mutabaqata bi Îranê re îmze kir
Trump protokola mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re hate amadekirin, îmze kir. Agirbesta mayinde li eniya Lubnanê, vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina pêkanînan û sererastkirinên nû di mijara bernameya nukleerî de li nava metnê hene. -
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê -I
Şerê ku li Rojhilata Navîn piştî 7'ê Cotmehê bi gelek aktoran û hevsengiyên guherî bilind bû, bi zextên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re bû yek û herêmê ber bi krîzeke nû ya jeopolîtîk û şikestina civakî ve dibe. -
Îsraîl êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê didomîne
Artêşa Îsraîlê tevî lihevkirina di navbera DYE û Îranê de jî sibeha Çarşemê top avêtin hin herêmên li başûrê Lubnanê û êrîşên hewayî pêk anîn. -
Li Îsraîlê partiya hevpar a welatiyên Yahudî û Fîlîstînî hate avakirin
Li Îsraîlê aktîvîstên aştîxwaz ragihandin ku beriya hilbijartinên giştî yên dawiya salê, li ser esasê hevkariya welatiyên Îsraîlê yên eslê xwe ji Fîlîstînê û Yahudiyan partiyeke siyasî ya nû ava kirin. -
Hûrgiliyên rapora lihevkirinê ya DYE-Îranê derketin holê
Pêşnûmaya rapora lihevkirina ku hate diyarkirin di navbera DYE û Îranê de hatiye îmzekirin, derket holê. -
Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’: Darvekirinan rawestînin
Kampanyaya "Sêşema ji Darvekirinan re Na" ku niha di hefteya xwe ya 125’an de ye, ragihand ku ji 21’ê Adarê ve li Îranê zêdetirî 177 girtî hatine darvekirin.