ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Kongreya Azadiya Îranê: Rejîm bi tirs, qetilkirin û dîplomasiya tarî dixwaze temenê xwe dirêj bike
Kongreya Azadiya Îranê bertek nîşanî êrîşên leşkerî yên rejîma Îranê û zêdebûna zextên li ser partiyên Kurd da û daxuyand ku rejîma xwînrij a Îranê hewl dide bi tirs, qetilkirin û dîplomasiya tarî temenê xwe dirêj bike. -
Hemas: Hikûmeta rasteqîn a Xezeyê hat fesixkirin
Hemasê ragihand ku wan komîteya rewşa awarte ya hikûmeta rasteqîn a Xezeyê fesix kiriye. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 4 hezar û 303 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand di êrişên Îsraîlê de ji 2‘ê Adarê heya 4‘ê Tîrmehê ve 4 hezar û 303 kes hatine kuştin û 12 hezar û 202 kes birîndar bûne. -
Li Rojhilatê Kurdistanê di şer de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Rojhilat û artêşa Pasdaran a Îranê de şer qewimî. Hate ragihandin ku di şer de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Herêma Kesk a li Bexdayê balafira bêmirov hate xistin
Li Herêma Kesk a li Bexdayê balafira bêmirov a danê siharê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate tespîtkirin, hate xistin. -
Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Bexdayê ye
Serokê MÎT’ê Îbrahîm kalin bi serdanekê gihîşt Bexda û bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê re civiya. Tê gotin her du aliyan mijarên ewlehiyê gotûbêj kirine. -
Li girtîgehên Îranê çalakiyên li dijî darvekirinê dewam dikin
Li girtîgehên Îranê çalakiya "Sêşema li dijî darvekirinê" di hefteya 127'emîn de li 57 girtîgehên cuda dewam kir. -
Iraqê heta 30’ê Îlonê dema radestkirina çekan da Heşdî Şabî
Hikûmeta Iraqê ji bo komên girêdayî Heşdî Şabî heta 30’ê Îlonê çekên xwe radestî saziyên dewletê bike dema wan. -
Sedr piştgirî da operasyona li dijî gendeliyê
Lîderê Tevgera Sedr diyar kir ku operasyona li dijî gendeliyê hate destpêkirin gaveke girîng e. -
Girtiyê siyasî bi 6 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin
Girtiyê siyasî yê 27 salî Rêbwar Marawî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Tehranê bi 6 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Ji wezîrên karên derve yên Iraq û Îranê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê li hev kirin ku merasîma cenaze ya lîderê Îranê yê berê Alî Xamaney li Iraqê bê lidarxistin. -
Li Bexdayê operasyona nelirêtiyê
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li Herêma Kesk û derdora wê ya li Bexdayê operasyoneke berfireh a nelirêtiyê meşand. -
Muhafizên Şoreşê: Me bersivda êrîşên DYE’yê
Muhafizên Şoreşê yên Îranê da zanîn ku artêşa DYE’yê êrîşên li ser hin keştiyên bazirganiyê weke hincet nîşan daye û êrîşî xaka Îranê kiriye. Îranê diyar kir ku wê li hemberî êrîşan bi moşekan baregehên leşkerî yên DYE’yê hedef girtiye. -
Ji Îranê hişyariya li ser Tengava Hurmuzê: Dest li derbasbûna bêdestûr dikare bê werdan
Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku keştiyên ji Tengava Hurmuzê derbas bibin divê ji cihê ku Tehranê diyar kiriye derbas bibin, naxwe wê li "tedbîrên guncaw" rast bên. -
HTŞ’ê di sînora Libnanê de sewqiyatan zêde kir
SOHRˊê daxuyand ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê hêzên xwe li ser sînorê bi Lubnanê re gelek leşkerî xwe, çek û wesayîtên giran li gundewarê Humsê û deverên din bi cih kirine. -
Li Erebistana Siûdî îsal 100 kes hatin darvekirin
Li Erebistana Siûdî, heft jê roja Sêşemê ji destpêka sersalê û vir ve 100 kes hatin darvekirin. Rêxistinên mafên mirovan bi fikar in. -
'Ti hêz nikare îradeya gelê me bişkîne'
Qehreman Rojava got, “Çeteyan xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê rakin. Lê şervan û xelkê herêmê nîşan dan ku ti hêz nikare îradeya gelê me bişkîne.”" -
Li gorî Trump, Îranê venêrîna nukleerî qebûl kir
Serokê DYE’yê Donald Trump îdia kir ku Îranê venêrîna nukleerî ya navneteweyî “bi tevahî qebûl kir”. Lê rêveberiya Tehranê berê diyar kiribû ku ew ê destûrê nedin venêrîna UAEA’yê. -
HRANA: Li Îranê ji destpêka meha Hazîranê ve 127 kes hatin darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Heranayê di rapora xwe ya nû de daneyên binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê belav kirin û eşkere kir ku di meha Hezîranê de zext, girtin û cezayên bidarvekirinê bi awayekî berbiçav zêde bûne. -
Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinan re' di hefteya 126'emîn de ye
Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinan re' ya li dijî darvekirinên li Îranê hate destpêkirin, di hefteya 126'an de dewam dike. -
Komîsyona NY’ê: Îsraîl li Xezeyê zarokan ‘bi zanebûn hedef digire’
Komîsyona lêpirsînê ya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Îsraîl sûcdar kir ku li Xezeyê zarokên Fîlîstînî bi zanebûn hedef digire. -
Di pêvajoya çekberdan û entegrasyonê de Iraq: Di hevsengiya hêzê de serdema nû
Pêvajoya çekberdanê ya li Iraqê, weke nîşaneya ji hêza çekdarî derbasbûna bandora siyasî tê dîtin. Serkeftina pêvajoyê, li gel pêşeroja Bexdayê wê bandorê li berê reqabeta Îran-DYE’yê û mîmariya ewlehiya Rojhilata Navîn bike. -
Di muzakereyên DYE-Îranê de komên xebatê hatin avakirin
Hate ragihandin ku di muzakereyên navbera DYE û Îranê de komên xebatê hatine avakirin. Her wiha Îranê jî diyar kir ku ew bi biryar e ku kontrola li ser Tengava Hurmuzê dewam bike. -
Serokkomarê Libnanê: Kes nikare li ser navê me danûstandinan bike
Serokkomar Joseph Avn, ji bo hewldanên bidawîkirina şerê li Libnanê spas kir û got ku di navbera alîkarî û destwerdanê de cudahî hene. -
Di navbera Îran û DYE'yê de hevdîtinên teknîkî destpê dikin
Swîsreyê ragihand ku di çarçoveya hevdîtinên Îran û DYE'yê de yên ji bo bidawîrkirina şerê Rojhilata Navîn, danûstandinên teknîkî wê tavilê destpê bikin.