ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Rojhilata Navîn rageşî zêde dibe: Êrîşên Îranê belavî Kendavê bûn
Piştî êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser Îranê, li herêmê rageşî hîn zêdetir bû. Piştî êrîşên Îranê yên li ser Bahreyn, Qatar, Umman û Urdunê li gelek welatan, hişyarî hate dayîn. -
Îranê li keştiya duyemîn xist, DYE'yê bombe li 140 deveran barand
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan li keştiyeke din a li Tengava Hurmuzê xistine. Piştî êrişa destêkê DYE'Yê diyar kir ku ji hewayê li nêzî 140 hedefên li Îranê xistiye. -
Mucteba Xameneyî: Em ê tola kesên jiyana xwe ji dest dane hilînin
Rêberê Olî yê Îranê Mecteba Xameneyî anî ziman ku ew ê tola Elî Xameneyî û hemû kesên ku di êrîşên DYE û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane hilînin. -
Îran: Ger êrîşî binesaziyê bê kirin, em ê Îsraîlê hedef bigirin
Serokê dezgeha ewlehiya bilind a Îranê hişyarî da ku Îran êrîşên binesaziyan jî di nav de wê li dijî hemû êrîşan, êrîşên li ser Îsraîlê jî di nav de wê bersivê bide. -
Li Îranê zext û gefên li dijî gel dewam dikin
Li Îranê zextên li ser beşên cuda yên civakê dewam dikin. HRANA'yê işaret bi gefên cezayê girtîgehê û binçavkirinê yên li hemberî welatiyan kir. -
Îsraîlê gef xwar: Eger pêwîst bike em ê cara sêyemîn li Îranê bixin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, eger pêwîst bike artêş amade ye ku cara sêyemîn û hîn bi xurtî li Îranê bixe. -
CENTCOM: Me li Îranê zêdeyî 170 tesîsên leşkerî xist
CENTCOM’ê ragihand ku bi armanca kêmkirina êrişên Îranê ya li ser Tengava Hurmizê, di nava 2 rojên borî de, li zêdetirî 170’ê navendên leşkerî yên li nava xaka Îranê hatiye dayîn. -
Îranê êrişî baregehên DYE’yê yên li Kuwêt, Qeter, Behreyn û Urdinê kir
Îranê ragihand ku ew êrişî nuqteyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwêt, Qeter, Behreyn û Urdinê kirine. -
Li Îranê gengeşeya siyasî: Di cenazeyê Xameneyî de êrîşî Pezeşkiyan hat kirin
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di merasîma cenazeyê Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xameneyî de rastî êrîşa komek bihêrs hat. Di heman merasîmê de Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqçi jî bû hedef. -
Îranê cezayên darvekirinê yê li ser 12 xwepêşanderan erê kir
Îranê cezayê bidarvekirinê yê li ser 12 xwepêşanderan erê kir. Rêxistina Efûya Navneteweyî jî têkildarî darveirin û zextan hişyarî da. -
DYE dê vekişîna Îsraîlê ya ji Başûrê Libnanê kontrol bike
Sefîrê DYE yê Libnanê Michel Issa, ragihand ku ji bo kontrolkirina vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji herêmên Başûrê Libnanê, dê di rojên pêş de şandeyeke leşkerî ya Emerîkayê bigihîje Beyrûdê. -
Leşkerê Îsraîlî wêneyê êşkenceyê bi pesindayinê parve kir
Wêneyê girtiyekî Fîlîstînî yê ku çavê wî girtî, nîv tazî û destên wî girêdayî bû, ji aliyê leşkerekî Îsraîlî ve li ser hesabê wî yê şexsî ve hate parvekirin. Ev yek li nava raya giştî ya navneteweyî bû sedema nerazîbûnê. -
Amnesty: Îsraîlê li Lubnanê bi awayekî eşkere jiyana sivîlan tune hesiband
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) diyar kir ku sê êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên di meha Adarê de li başûrê Lubnanê hatine kirin û di encamê de 12 jê zarok 24 kesan jiyana xwe ji dest dabû weke ‘’sûcê şer’’ in. -
Di êrişên du rojên dawî yên DYE'yê de li Îranê 14 kes mirin, 78 kes birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava du rojên dawî de ji ber êrişên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li herêmên cuda yên welêt 14 kes mirin, 78 kes jî birîndar bûn. -
Êrişên DYE û Îranê yên li hemberî hev dewam dikin: Li Huzistanê 3 kes mirin
Di êrişên nû yên hewayî yên DYE'yê de li eyaleta Huzistan a Îranê herî kêm 3 kes mirin. Artêşa DYE'yê ragihand ku wan li 90 hedefên leşkerî xistine. Muxafizên Şoreşê jî diyar kir ku wan êriş birine ser baregehên DYE'yê yên li Kûweyt û Bahreynê. -
Artêşa DYE'yê li dijî Îranê dest bi êrişên nû yên hewayî kir
Medya dewletê ya Îranê ragihand ku DYE'yê êrişên hewayî biriye ser herêmên cuda yên welêt û gelek teqînan rû dane. -
Di êrişên DYE'yê de 8 leşkerên Îranê mirin
Di êrişên DYE'yê yên li ser navendên leşkerî yên Îranê de 8 leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest dan. -
Îran: DYE’yê peyman binpê kir
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi êrîşên li ser Îranê pêk anî, peymana agirbestê binpê kiriye û diyar kir ku ji rageşiya dawî Washington berpirsyar e, çavkaniya êrîşê dê were hedefgirtin. -
Navbera DYE û Îranê êrîşên beramber
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) îdîa kir ku Îranê keştiyên bazirganiyê hedef girtiye. Muxafizên Şoreşê jî ragihand ku li dijî hêzên DYE’yê 85 êrîş pêk anîne. Her du aliyan hevdû, bi xirakirina agirbestê sûcdar kirin. -
Hawarî: Bûyerên li herêmê wê yekser bandorê li paşeroja Kurd, Elewî û Durziyan bike
Nîdal Hawarî destnîşan kir ku pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê ji çareseriya siyasî bêhtir bi hevsengiya hêzê ya li qadê wê diyar bibe û got, bûyerên li herêmê wê bandoreke yekser li paşeroja Kurd, Elewî, Durzî û civakên din bike. -
Zextên Îranê yên li dijî jinan dewam dikin
Hate ragihandin ku jineke Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve li gel hevjînê xwe hatiye binçavkirin. Her wiha jineke şanoger jî bi cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Îranê hêza leşkerî li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê bi cih kir
Îran piştî şerê xwe yê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi avakirina baregehên nû û lêkirina dîwêr kir. -
Sêşema Na ji Darvekirinê re: Binpêkirinên li girtîgehan zêde dibe
"Sêşema Na ji Darvekirinê re" ragihand ku li girtîgehên li Îranê binpêkirina mafên mirovan zêde bûye. -
Îsraîlê li Lubnanê wesayîtek bombebaran kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
Hêzên Îsraîlê li bajarê Nebetiyê yê başûrê Lubnanê wesayîtek bombebaran kir. Di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Netanyahu ji ber vegera Tirkiyeyê ya bernameya F-35’an Washingtonê hişyar kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li DYE’yê kir ku li dijî vegerandina Tirkiyeyê bo bernameya F-35 derkeve. Netanyahu helwesta Tirkiyeyê ya li hember hevalbendên NATO’yê wekî xetereyek ewlehiyê bi nav kir.