Zextên Îranê yên li dijî jinan dewam dikin

Hate ragihandin ku jineke Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve li gel hevjînê xwe hatiye binçavkirin. Her wiha jineke şanoger jî bi cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Li Kolbernewsê jina hunermend Raşd Îmamî ya xelkê bajarê Pawe li gel hevjînê xwe Şilêr Mudîrzade piştî ku ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hat binçavkirin, çarenûsa wan nediyare. Her du hevjîn beriya niha jî di dema serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibûn binçavkirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin tevî hemû hewldanên malbat û kesûkarên her du hevjînan, lê heta niha jî çarenûsa wan nediyare û sedemê binçavkirina wan jî nayê zanîn.

Her wiha di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku jina şanoger a bi navê Neda Dedecanî ya xelkê Qurwe ku yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên dawî ya gelên Îranê de hatibû binçavkirin bû, cezayê sê sal girtîgeh û du sal dûrxistina ji bajarê Nêkşar ya parêzgeha Sîstan Belûçistanê lê hat birîn.