Xamaney: Welatên Kendavê wê êdî ji baregehên DYE'yê re nebin mertal

Lîderê olî yê Îranê Mucteba Xamaney îdîa kir ku bandora DYE'yê ya li herêmê nema ye û welatên Kendavê jî wê êdî ji bo parastina baregehên leşkerî yên Emerîkî nikaribin bibin 'mertal'.

Di peyama nivîskî ya Mucteba Xamaney de ku roja Sêşemê li televîzyona dewletê hate weşandin, hate ragihandin ku hevsengiya li herêma Kendavê guheriye.

Xamaney got, "Eşkere ye ku veger jê nîne. Gel û xaka herêmê wê êdî ji bo baregehên Emerîkî nebin mertal."

Lîderê Îranê ku ji destpêka Adarê û vir ve dest bi wezîfeyê kir û derneket pêşberî raya giştî, îdîa kir ku bandora Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li herêmê kêm bûye. Xamaney di peyama xwe de got, "Washingotn her roj hîn bêhtir ji statuya xwe ya rojên berê dûr dikeve."

Daxuyanî bi wesîleya Cejna Qurbanê ya Misilmanan hate weşandin.

ÎRAN: MQ-9 A DYE'YÊ HATE XISTIN

Li aliyê din Muxafizên Şoreşê jî ragihand ku balafireke bêmirov a Emerîkî ya kete qada hewayî ya Îranê, hate xistin.

Li gorî nûçeya ajansa Îranê ISNA'yê, yekîneya ragihandinê ya Muxafizên Şoreşê diyar kir ku droneya bi tîpa MQ-9 a DYE'yê hate tespîtkirin û hate xistin.

LI DOHAYÊ TRAFÎKA DÎPLOMASIYÊ

Li gel rageşiyê, rayedarên payebilind ên Îranî roja Duşemê çûn paytexta Qatar Dohayê û ji bo peymaneke aştiyê ya Rojhilata Navîn hevdîtin pêk anî.

Rêveberiya Tehranê ragihand ku di muzakereyan de pêşketin heye, lê belê di dema nêz de lihevkirinek xuya nake.

Di nava heyeta Îranê de muzakerevanê sereke Mûhammed Bakir Galîbaf, Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî û Serokê Banka Navendî ya Îranê hebûn.

JI TRUMP PEYAMA LI SER ÛRANYÛMÊ

Serokê DYE'yê Donald Trump jî bang li Qatar û Erebistana Siûdî kir ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re asayî bikin.

Trump her wiha li ser stoka ûranyûma dewlemendkirî ya Îranê jî got, "Ûranyûma dewlemendkirî ya tavilê wê radestî DYE'yê bê kirin û were îmhakirin, ya jî bi koordînasyona Komara Îslamê ya Îranê li cihê lê ye yan jî li cihekî cuda wê bê tinekirin."