Ummanê ji bo Kendava Hurmuzê pêşniyara avakirina mekanîzmayeke herêmî kir

Hat ragihandin ku Ummanê têkildarî rêveberiya Kendava Hurmuzê pêşniyar li Îranê kir ku mekanîzmayeke herêmî ava bike.

Çavkaniyeke ji Kendavê ji Reuters re axivî û got, pêşniyara ku ji aliyê welatên herêmê ve hatiye destekkirin, pêşbînî dike ku rêveberiya kendavê tenê di bin kontrola Îranê de nebe.

Li gorî pêşniyarê, ewlehî û rêveberiya Kendava Hurmuzê wê bi rêya mekanîzmayeke herêmî ya hevpar a ku bi tevkariyên dilxwazî were fînansekirin, bê meşandin.

Hat diyarkirin ku pêşniyara têkildarî Kendava Hurmuzê, armanc dike ku hevkariya herêmî xurt bike û di rêveberiya rêya avê ya stratejîk de nêzîkatiyeke hevpar ava bike.