Trump ji bo agirbestê bang li Îsraîl û Îranê kir

Serokê DYE'yê Donald Trump piştî bilindbûna rageşiya navbera Îsraîl û Îranê bang li herdu aliyan kir ku bi lez êrişan bisekinînin.

Donald Trump li ser platforma medya dîjîtal Truth Socialê daxuyanî da û diyar kir ku divê Îsraîl û Îran êrişan bi lez rawestînin.

Ev banga Trump di demeke welê de hate kirin ku agirbesta di meha Nîsanê de kete meriyetê bi rengekî cidî hesiya û êrişên navbera herdu welatan jinûve rû dan.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya DYE'yê de hatin weşandin, Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu xwest, ku xwe ji êrişên nû vegire. Lê belê Îsraîlê piştî demeke kurt ragihand ku li başûrrojavayê Îranê li navendeke petrokîmyayê û hin hedefên leşkerî xistiye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Duşemê hem ji Yemenê hem jî ji Îranê êrişên bi fuzeyan hatine kirin.

ÎSRAÎL: OPERASYON HETA KU PÊWÎST BIKE DIKARE DEWAM BIKE

Rayedarekî leşkerî yê Îsraîlî ji Reutersê re axivî û diyar kir ku artêş li ser rê û rêbazên leşkerî yên cuda yên li hemberî êrişên Îranê dixebite.

Rayedar ragihand ku operasyona hatiye plankirin dibe ku çend rojan dewam bike, lê belê eger pêwîstî pê hebe "dikare demdirêj" jî be.

ÎRANÊ BI QASÎ 30 FUZEYÊN BALÎSTÎK AVÊT

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Îranê şeva Yekşemê bi qasî 30 fuzeyên balîstîk avêt Îsraîlê.

Rayedarên Îsraîlî ragihandin ku ji Yemenê jî Hûsiyan 2 fuze avêtn. Li gorî daxuyaniyê ji ber êrişan tiştek bi kesî nehatiye.

TEHRAN: WÊ BANDORÊ LI PÊVAJOYA DÎPLOMATÎK BIKE, LÊ...

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî anî ziman ku şerê diqewime wê bandoreke neyînî li hevdîtinên dîplomatîk ên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re bike.

Li gel vê yekê Îran hewldanên navbeynkariyê bi taybetî hewldanên dîplomatîk ên Pakistanê dewam dike.