Smotrich rojek piştî civîna desteya ewlekariyê ya bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu daxuyanî da û anî ziman ku tevlîbûna Îsraîlê li operasyonên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser Îranê ne di berjewendiya wan de ye.
Wezîrê Maliyeyê got, "Rewşa heyî ku şerê Îran û DYE'yê di çarçoveyeke sînorkirî de maye, ji bo me rewşa herî rast û baş e. Nêta me nîne ku tevlî vî şerî bibin."
Wezîr di axaftina xwe ya li konferansê de anî ziman ku armanca bingehîn a Îsraîlê lawazkirina rejîma Îranê ye û got, rêya herî baş a serxistina vê jî pêkanîna zexta aboriyê ye.
Şerê li hemberî Îranê di 28'ê Sibaetê de bi êrişên berfireh ên Washington û Tel Avivê yên li ser Tehranê destpê kiribû.