Sedir: Seraya Selam ji tevgerê veqetiya

Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir ragihand ku koma milîsên çekdar Seraya Selam ji tevgera wan veqetiya.

Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir bi daxuyaniyekê veqetîna ‘Seraya Selam’ ji tevgerê û tevlîbûna endamên wê ya li nav dewlet û berpirsê giştî yê pêkhateyên leşkerî ragihand.

Muqteda Sedir diyar kir ku ev biryar ji bo berjewendiya giştî ya nîştiman û li gorî metirsiyên ku rû bi rûyê welat bûne, hatiye dayîn.

Baskên sivîl ên ser bi ‘Seraya Selam’ ve ji bo projeya ‘El-Bunyan El-Mersûs’ tên veguhestin û dê bêyî tu baregeh, çek, cilên fermî, sernav an tiştekî din bin.

Muqteda Sedir ji bo hemû cîhadên wan ên mezin û biçûk spasiya ‘pêkhateyên leşkerî yên Seraya Selam’ kir û ji bo her kesekî ku bi giştî li gel bîr û baweriyên wan ên dînî û civakî neguncawe daxwaza lêborînê kir.

Her wiha destnîşan kir ku ew hêvîdare hemû pêkhateyên Heşdî Şeebî ji ‘fermana hizbî û tayifî’ veqetin, bi taybetî piştî ku ‘yekeyên wan’ çekên xwe radestî dewletê bikin, ku çend sal berê ji wan re pêşniyar hatibû kirin.