Îran: Ger êrîşî binesaziyê bê kirin, em ê Îsraîlê hedef bigirin

Serokê dezgeha ewlehiya bilind a Îranê hişyarî da ku Îran êrîşên binesaziyan jî di nav de wê li dijî hemû êrîşan, êrîşên li ser Îsraîlê jî di nav de wê bersivê bide.

Piştî ku ji nû ve pevçûnên di navbera Tehran û Washingtonê destpê kirin, serokê dezgeha ewlehiya bilind a Îranê hişyariyek da.

Serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Mihemed Baxêr Zulqadr di daxuyaniya ku da televîzyona dewletê de got, "Em ê bersivê bidin êrîşên li ser binesaziya me û hemê êrîşan. rejîma Siyonîst a sûcdar (...) wê ji niha û pê ve miaf neyê girtin."

RÊBERÊ OLÎ HAT VEŞARTIN

Li gorî televîzyona dewletê, rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî yê ku di êrîşa DYE-Îsraîlê de hat qetilkirin, çend roj piştî pevçûnên nû yên di navbera DYE û Îranê de danê sibê ya roja Înê li Meşhedê hat veşartin.

Di dîmenên ku ji hêla televîzyona dewletê ve hatin weşandin de kurê wî û şûngirê wî Mucteba Xameneyî di merasîmê de xuya nedikir. Di dîmenan de hat dîtin ku darbesta Elî Xameneyî ber bi Turbeya Îmam Riza ya ku cihê herî pîroz ê Îslama Şîe ya Îranê ye ve birin.

L turbeya ku li bakur û rojhilatê Meşhedê ye, girseyeke mezin di bin tava germ de meşiya.

Merasîm dema ku ji nû ve pevçûnên di navbera DYE û Îranê destpê kirin de hat lidarxistin.

Ev pevçûn ji dema protokola lihevkirina agirbesta ku di meha Nîsanê de hat teyîdkirin û 17ê Hezîranê de hat îmzekirin ve ya herî dijwar e.