Iraq: Beşek ji şêwirmendên leşkerî yên DYE'yê dê li welat bimînin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku pêvajoya vekişîna leşkerên Emerîkî dê heta dawiya salê bidome, lêbelê hinek şêwirmendên leşkerî yên DYE'yê dê ji bo ku di operasyonên li dijî DAÎŞ'ê de peywirê bikin, wê li welat bimînin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir ku hejmareke kêm ji şêwirmendên leşkerî yên Emerîkî dê li Iraqê bimînin da ku bi hêzên DYE'yê re li Sûriyeyê ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê di nav koordîneyê de bin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got ku şêwirmendên leşkerî û karmendên piştgiriyê yên Amerîkî li baregehên Eyn Esed yên nêzîkî balafirgehên Bexda û Herîr ya li bakurê Iraqê hatine bicihkirin, tevî lihevkirineke berê ya vekişînê heta Îlonê ji ber geşedanên li Sûriyeyê, 250 heta 350 şêwirmend û karmendên ewlehiyê li baregeha Eyn Esed mane.

Her wisa da zanîn ku ev yek ji bo piştgirîkirin û şopandina çeteyên DAÎŞ’ê û hemahengkirina bi baregeha Tenef ya li Sûriyeyê re ye.

Sûdanî tekez kir ku her çend DAÎŞ’ê di 10 salên borî de deverek berfireh dagir kiribû jî, lê êdî ew li Iraqê ne gefek mezine.

Par, Washington û Bexdayê li hev kirin ku heta meha Îlonê mîsyona Hevpeymaniya Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê ya bi serokatiya DYE'yê li Iraqê bidawî bikin.