Şandeya ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê li Tehranê ye
Şandeya bilind a ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên Îranê li ser dosyayên ewlekarî û sînorê navbera Îran-Iraqê de li Tehranê civiyan.
Şandeya bilind a ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên Îranê li ser dosyayên ewlekarî û sînorê navbera Îran-Iraqê de li Tehranê civiyan.
Li gorî medya Iraqê belavkirî, şandeyek bilind a ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Iraqê Qasim Erecî gihişte Tehranê.
Hate diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demborî ya Herêmê Rêber Ehmed, Serokê Dezgeha Ewlekariyê ya Herêmê Hîwa Ehmed, di nava şandeyê dene. Biryare şande li ser peywendî û hevkariya ewlehî û îstîxbarata di navbera Îran û Iraqê de, têkoşîna dijî terorê, pêşxistina hevkariya aborî û berjewendiyên her du welatan guftugo bikin.
Li gorî heman agahiyan şandeya ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê dê li gel berpirsên payebilind ên Îranê li ser pêşhatên herêmî û mijarên têkildarî sînoran nîqaş bikin.
Şandeyên hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê îro bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û hejmarek ji rayedarên din re civiyan.
Di sala 2023’yan de, lijneyek ewlehiyê ya hevbeş a asta bilind di navbera Iraq û Îranê de li ser çend mijarên ewlehiyê, sînor, ragihandin û danûstandina îstîxbaratê, hate avakirin. Wezîrê karên hindir yê Herêmê yê ji PDK’ê û Rêveberê Dezgeha Ewlekariya Herêmê yê ji YNK’ê di nava lijneyê de cih digirin.
Heta niha lijneya ewlekariyê ya ku serokatiya wê Qasim Erecî dike, li Tehran û Bexdayê nêzîkî 5 caran kombûne û li ser hinek mijaran lihevkirine. Yek ji biryarên lijneya Iraq-Îranê ew bû ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji gundê Zirguwêz ê li parêzgeha Silêmaniyê ji bo kampa Surdaşê û ji Hewlêrê jî ji bo kampa li Sîdekan werin veguhestin.
Her wiha di 11’ê Tebaxa îsal de Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî serdana Iraqê kiribû û li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî Qasim Erecî civiyabû û li ser mijarên ewlekariyê guftugokiribûn.
Di serdana xwe de, Larîcanî bi rayedarên Iraqî re li hev kir ku civînên birêkûpêk ên lijneya ewlehiyê yên bilind ên herdu welatan ji bo balkişandina ser mijarên ewlehiyê werin lidarxistin.