Qasim Erecî: Kampa Holê metirsiyê li ser tevayî herêm û cîhanê çêdike
Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Erecî di hevdîtina xwe ya li gel Balyozê Elmanyayê yê Iraqê de daxwaza valakirina Kampa Holê ya li Rojava kir.
Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Erecî di hevdîtina xwe ya li gel Balyozê Elmanyayê yê Iraqê de daxwaza valakirina Kampa Holê ya li Rojava kir.
Ofîsa Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê di derbarê civîna Balyozê Elmanyayê yê Iraqê Daniel Greber a li gel Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Erecî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Qasim Erecî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Elmanyayê yê Iraqê Daniel Greber kir, di civînê de li ser peywendiyên navbera Iraq û Elmanyayê hat axaftin.
Hate gotin ku di civînê de Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Erecî li ser Kampa Hol a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî axivî û xwest ku Kampa Holê were valakirin.
Di civînê de Erecî diyar kir ku Kampa Holê çavkaniya metirsiyek mezin a ewlehî û qeyrana mirovî ye, metirsiyê li ser tevayî herêm û cîhanê çêdike.
Kampa Holê yek ji kampên herî xeternak ên cîhanê tê hesibandin, demek dirêj e ji malbatên endamên DAÎŞ’ê re malovaniyê dike. Li vê kampê 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûriyeyî û 6 hezar û 385 malbatên DAÎŞ’ê hene.