Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçeyê çareser nebûye
Qubad Talebanî ragihand ku pirsgirêka mûçeyê çareser nebûye û dibe di dawiya salê de heman pirsgirêk rû bidin.
Qubad Talebanî ragihand ku pirsgirêka mûçeyê çareser nebûye û dibe di dawiya salê de heman pirsgirêk rû bidin.
Cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di dema propagandaya ji bo hilbijartinê de, behsa pirsgirêka mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê kir.
Qubad Talebanî got ku pirsgirêka mûçe nehatiye çareserkirin, ya heyî tenê pîneyeke û dawiya salê jî, wê heman pirsgirêk carek din rû bide.
Talebanî got ku divê pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, li gorî destûrê bê çareserkirin.