Peyama Trump a têkildarê Îranê: ‘Dibe ku dawiya vê heftê lihevkirinek pêk were’
Serokê DYE Donald Trump, ragihand ku dibe danûstandinên bi Îranê re heta dawiya hefteyê encam bide. Kongreya DYE jî biryareke ne derbasdar li dijî şer derxist.
Serokê DYE Donald Trump, ragihand ku dibe danûstandinên bi Îranê re heta dawiya hefteyê encam bide. Kongreya DYE jî biryareke ne derbasdar li dijî şer derxist.
Serokê DYE Donald Trump, got ku danûstandinên bi Îranê re bi awayekî erênî pêşve diçin û dibe ku dawiya vê hefteyê lihevkirinek çêbibe.
Trump li Ofîsa Oval axivî û diyar kir ku danûstandin baş diçin lê encamek diyarkirî nîne.
Tevî ku bi mehan danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de dom kirin jî, alî hîn li ser mijarên bingehîn negihîştine lihevkirinekê.
LI MECLÎSA NÛNERAN BIRYARA DIJÎ ŞER DERKET
Meclîsa Nûneran a DYE biryarek ku daxwaza bidawî anîna operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dike, derxist. Lê belê, ji ber hêza vetoyê ya Serok, ev biryar ne derbasdar e.
Dengdan, ku ji hêla çar nûnerên Komarparêz ve hate destekkirin, nerazîbûna zêde ya li hember polîtîkayên şer nîşan da. Hat destnîşankirin ku bi taybetî bihayên enerjiyê yên zêde dibin, zextê li ser hikûmetê zêde dikin.
JI TEHRANÊ HIŞYARIYA ŞER
Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, ji televîzyona El Meyadîn a Libnanê re got ku di danûstandinan de hîn pêşketinek berbiçav çênebûye.
Rêveberiya Tehranê, her wiha hişyarî da ku ger Îsraîl êrîşên xwe yên li Libnanê berfireh bike, dibe ku şerekî mezin dîsa li herêmê dest pê bike.
LI LIBNANÊ AGIRBESTA QURFBAR
Lihevkirinek li ser pêkanîna agirbestek di navbera Îsraîl û Libnanê de hat ragihandin. Aliyan li hev kirin ku hin deverên pîlot di bin kontrola artêşa Libnanê de ava bikin.
Lê belê, pêkanîna peymanê bi şertê rawestandina êrîşên Hizbullah ve girêdayî ye. Lê, Hizbullah hevdîtin red kir û ragihand ku ew ê êrîşên xwe yên li dijî hedefên Îsraîlê bidomîne.
Trump, dibêje ku divê pirsgirêkên Libnan ji ya Îranê cuda were destgirtin, lê Tehran jî diyar dike ku herdu pirsgirêk bi hev ve girîdayî ne.
NAKOKIYA LI SER BERNAMEYA NÛKLEERÎ
Yek ji mijarên herî girîng ên di hevdîtinan de hîn jî depoyên uranyûma dewlemendkirî yên Îranê ne.
DYE û Îsraîl îdîa dikin ku Îran hewl dide çekên nukleerî pêş bixe, lê Tehran van îdiayan red dike.
Wezîrê Karûbarên Derve yê DYE Marco Rubio, têkildarê mijarê ragihand ku Îranê hîn daxwazên Washingtonê qebûl nekiriye.
LI KENDAVÊ RAGEŞÎ ZÊDE DIBE
Êrîşên dawî yên li dora Tengava Hurmizê, agirbesta ku di 8’ê Nîsanê de ketiye meriyetê dixe tengasiyê. Ji ber zêdebûna rageşiya li herêmê, bihayên petrolê dîsa bilind bûne.
Kuweytê Îran bi êrîşa li ser balafirgeha xwe sûcdar kir. Lê belê, Îranê îdia kir ku wan li hedefên leşkerî xistine, ne balafirgeh.
Rayedarên Kuweytê, diyar kirin ku welat bi 13 fuzeyên balîstîk û 17 dronaneyan hatiye hedefgirtin.
ÇAV LI DAXUYANIYA XAMENEYÎ YE
Trump, got ku ew dixwaze bi Mucteba Xameneyî re, ku wekî rêberê olî yê Îranê tê hesibandin, bicive.
Çav li rêye ku Xameneyî di salvegera mirina damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê Ruhullah Xameynî de daxuyanî bide.