Navenda Metro: Di hilbijartinên Iraqê de hezar û 110 binpêkirin hatin tomarkirin
Navenda Metro ragihand ku di dema propagandaya dema şeşan ya hilbijartina Parlementoya Iraqê de hezar û 110 binpêkirin hatine tomarkirin.
Navenda Metro ragihand ku di dema propagandaya dema şeşan ya hilbijartina Parlementoya Iraqê de hezar û 110 binpêkirin hatine tomarkirin.
Berpirsê Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamevanan Rehmen Xerîb bi daxuyaniyekê bal kişand ser binpêkirinên di dema bangên propagandaya hilbijartina Parlementoya Iraqê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herî zêde binpêkirin li Parêzgehên weke Bexda, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê hatine tomarkirin. Hate destnîşankirin hinek ji van binpêkirinan bikaranîna pereyên dewletê ji bo propagandaya hilbijartinê, dirandina posterên namzetanin, dîsa belavkirina bangên pêşiya kîn û nefretê vedikin, bi rêya tevnên civakî êriş birina ser namzetan, kirîna dengên dengderan û herî dawî jî hewldanên guhertina bîr û ramanên dengderan bi awayeke ne hiqûqî ne.