Londonê pêkanînên li ser El Şara rakir
Îngilistanê pêkanînên li ser Serokdewletê Sûriyeyê Ahmed el Şara (Colanî) rakir.
Îngilistanê pêkanînên li ser Serokdewletê Sûriyeyê Ahmed el Şara (Colanî) rakir.
Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, biryara Londonê piştî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya destpêka hefteyê hate wergirtin.
Balkêş e ku hikumeta Îngiliz ev gav di demeke welê de avêt ku el Şara wê hefteya bê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump re hevdîtinê bike.
Îngilistanê her wiha pêkanînên li ser Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê Enes Hattab jî bi dawî kir.
Herdu kes ji ber pêwendiya xwe ya bi kes û rêxistinên ser bi DAÎŞ û El Qaîdeyê ketibûn ber qedexeya ger û geştê, mal û milkên wan hatibûn cemidandin û ambargoya çekan li wan hatibû ferzkirin.
Di Kanûna 2024'an de piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad rêveberiya Şamê radestî wan koman hatibû kirin ku Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) serkêşiyê ji wan re dike. El Şara ku li ser Serokkomariya Sûriyeyê hate bicihkirin, berê bi navê Ebû Mûhammed el Culanî dihate naskirin.