Li Xezeyê ji siharê ve zêdeyî 40 kes mirin: Banga mudaxileya navneteweyî
Li Xezeyê ji vê siharê ve zêdeyî 40 Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan, Wezareta Karên Derve ya Fîlîstînê banga mudaxileya navneteweyî ya lezgîn kir.
Li Xezeyê ji vê siharê ve zêdeyî 40 Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan, Wezareta Karên Derve ya Fîlîstînê banga mudaxileya navneteweyî ya lezgîn kir.
Ajansa fermî ya Fîlîstînê WAFA ragihand ku êrîş li ser cihên sivîlan pêk tên û li sivîlan tê ferzkirin ku koçî başûr bibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê diyar kir ku ji siharê ve zêdeyî 40 kes jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.
HEJMARA KESÊN JI BIRÇA JIYANA XWE JI DEST DAN GIHIŞT 428’AN
Wezaretê ragihand ku di 24 saetên dawî de ji ber birçîtiyê yek jê zarok 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên li Xezeyê ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest dan, gihişt 248’an ku 146 jê zarok in.
Wezareta Karên Derve ya Fîlîstînê ji bo parastina sivîlan û rawestandina êrîşan, banga “mudaxileya navneteweyî ya lezgîn” kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hewldanên dîplomatîk bêencam man û daxwaz kir ku şer demildest bi dawî bibe, bi zorê koçberkirina sivîlan were astengkirin, dîlgirtî bên berdan û alîkariyên mirovî bigihijin wan.