Li Xezeyê agirbest ket meriyetê, artêşa Îsraîl vedikişe

Li Xezeyê piştî şerê dijwar a ku bi hefteyan domiya, peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de îro li gorî saeta herîmî 12:00’an ket meriyetê. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku ew di çarçoveya peyamanê de vedikişin cihên xwe.

Artêşa Îsraîlê, diyar kir ku piştî saetên nîvro ew ê li gorî peymana agirbestê û amadekariya pevguhertina dîlgirtiyan hêzên xwe vekişînin. Artêşê, da zanîn ku yekîneyên Fermandariya Başûr ew ê li dijî gefên lezgîn operasyonên xwe bidomîne.

Rayedarê Parastina Sivîl a Xezeyê Muhammed el-Mugayyir, diyar kir ku hêzên Îsraîlê "Ji gelek herêmên bajarê Xezeyê vekişiyane." Li gorî agahiyan, li Xan Yûnisê û li başûr, wesayîtên leşkerî jî ber bi deverên rojhilat ve vedikişin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, ragihand ku 20 ji wan dîlgirtiyan sax in û 28 jî mirine.

Bi agirbestê re, tê payîn ku artêşa Îsraîlê hêdî hêdî vekişe û derbasbûna alîkariya mirovî bo Xezeyê zêde bibe. Tê payîn ku Hamas di nav 72 saetan de hemû dîlgirtiyan berde, li beramberê wê jî Îsraîl gelek girtiyên Filistînî serbest berde.

Serokê Emerîkayê Trump, ragihand ku pevguhertina dîlan dê roja Duşemê an Sêşemê pêk werin û komek leşker ên çavdêriyê ya Emerîkî ya ji 200 kesan pêk tê, dê were bicihkirin da ku çavdêriya pêkanîna agirbestê bike.