Li Siwêdayê êrîşî otobusa rêwiyan kirin: 2 kes mirin
Li wîlayeta Siwêda ya li başûrê Sûriyeyê, êrîşî otobusa rêwiyan hate kirin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Siwêda ya li başûrê Sûriyeyê, êrîşî otobusa rêwiyan hate kirin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, li ser rêya sereke ya di navbera Siwêda û Şamê de otobuseke rêwiyan ji hêla çekdaran ve rastî gulebaranê hat.
Li gorî agahiyên destpêkê di encama gulebaranê ciwana bi navê Aya Selam û ciwanê bi navê Kemal Ebdilbaqî hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Birîndar tavilê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Siwêdayê.