Li Lubnanê di hefteya dawî de herî kêm 15 zarok hatin qetilkirin
UNICEF’ê ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê di hefteya dawî de li Lubnanê 15 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 62 zarok jî birîndar bûn.
UNICEF’ê ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê di hefteya dawî de li Lubnanê 15 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 62 zarok jî birîndar bûn.
Berdevkê UNICEF’ê Ricardo Pires li Cenevreyê daxuyanî da û diyar kir ku di hefteya dawî de her rojê derdora 11 zarokan hatin kuştin yan jî birîndar bûn.
Pires anî ziman ku beşekî mezin ê zarokan di êrîşên li ser Başûrê Lubnanê de hatin hedefgirtin. Hat ragihandin ku tenê di nava rojekî de 7 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 30 zarok birîndar bûn.
BINPÊKIRINÊN AGIRBESTÊ
Li gorî daneyên UNICEF’ê ji agirbesta 17’ê Nîsanê ve ku tê binpêkirin, li Lubnanê 55 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 212 zarok jî birîndar bûn.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, Îsraîlê roja pêncşemê êrîş bir ser başûrê welêt û di encamê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşeke din a li nêzî Beyrûtê de jî, 3 kes mirin ku 2 ji wan zarok bûn.
JI UNICEF’Ê BANGA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
UNICEF’ê bang li hemû aliyan kir ku li gorî agirbestê û hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê zarok û binesaziyên sivîl di her şert û mercî de bên parastin û saziyên alîkariyê yên mirovî bi bikarin bi rengekî bi ewle û bêastengî xwe bigihînin herêmên Başûrê Lubnanê.
Li gorî daneyên fermî, ji meha adarê û vir ve ji ber şerê dewam dike, di encama êrîşên Îsraîlê de li Lubnanê herî kêm 3 hezar û 324 kesan jiyana xwe ji dest dan.