Li Iraqê pêvajoya propagandaya hilbijartinê bi dawî dibe
Di hilbijartinên Parlamenta Iraqê de pêvajoya propagandayê ya 35 rojan îro bi dawî dibe.
Di hilbijartinên Parlamenta Iraqê de pêvajoya propagandayê ya 35 rojan îro bi dawî dibe.
Pêvajoya propagandayê ya ku 3'ê Cotmehê ji bo hilbijartinên parlamentê yên Iraqê destpê kir, bi dawî dibe.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku pêvajoya propagandaya hilbijartinê ya 11'ê Mijdarê 8'ê Mijdarê saet di 07:00 de bi dawî dibe.
Li gorî bernameya komîsyonê, piştî wê di 9’ê Mijdarê de jî dengdana taybet destpê dike. Li gorî daneyên komîsyonê, di dengdana taybet de wê milyonek û 313 hezar û 980 kes ji hêzên ewlekarî yên Iraq û Herêma Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin.
Ji bo dengdana giştî jî, bi giştî mafê dengdanê yê 20 milyon û 63 hezar û 773 kes heye ku dengê xwe bi kar bînin.