Li Iraqê hilbijartin: Namzetiya 848 kesan hate betalkirin
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar ku di hilbijartinên parlamenta Iraqê de namzetiya 848 kesan hatiye betalkirin.
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar ku di hilbijartinên parlamenta Iraqê de namzetiya 848 kesan hatiye betalkirin.
Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê Cumane Xelayî, di daxuyaniyek de eşkere kir ku 7 hezar 744 kesan xwe ji bo hilbijartina parlementoya Iraqê namzet nîşandan dane.
Cumane Xelayî diyarkir ku heta niha namzetiya 848 kesan ji aliyê komîsyona hilbijartinê ve hatine betalkirin.
Hêjayî gotinê ye wê roja 11’ê Mijdarê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartina dema şeşem a parlementoya Iraqê pêkwere. Li Iraqê mafê 21 milyon û 494 hezar kesan heye dengê xwe bikarbînin.