NÛ BÛ

Li Dohayê teqînên dijwar pêk hatin: Hamas hedef hat girtin

Li bajarê Doha yê Qatarê teqînên dijwar pêk hatin. Hat ragihandin ku rêberên Hamasê hedef hatine girtin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku li bajarê Doha yê Qeterê li ser hev teqîn pêk hatin.
Li gorî şahidên bûyerê yên ku ji ajansê re ragihand li semta Katarayê dûman bilind bûye.
Li gorî nûçeya malpera "Axios on X" ku xwe dispêre rayedarekî payebilind ê Îsraîlê, teqîna li Dohayê operasyoneke sûîqestê ya li dijî rayedarên payebilind ên Hamasê ye.

ÎSRAÎL: ÊRÎŞ LI DIJÎ RÊVEBERÊN HAMASÊ PÊK HAT

Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi Erebî axivî, li ser hesabê xwe yê X’ê ev tişt parve kir: "Artêşa Îsraîlê û Şîn Bet (servîsa ewlehiya navxweyî ya Îsraîlê) di demên dawî de li dijî rêveberiya rêxistina terorîst Hamasê êrîşek pêk hat.”

Avichay Adraee cihê operasyon hatiye lidarxistin eşkere nekir û got, “Ji bo zirar negihêje sivîlan tedbîr hatine girtin.”

CIVÎNA ŞANDEYA MUZAKEREYAN HEDEF HAT GIRTIN

El Cezîreyê ku xwe dispêre çavkaniyên Hamasê, ragihand ku civîna şandeya muzakereyan a li Dohayê hedef hatiye girtin.

YÊN HEDEF HATIN GIRTIN?

Medyaya Îsraîlê ya ku xwe dispêre rayedarekî payebilind, ragihand ku Îsraîlê rêberên Hamasê li Qeterê, bi taybetî Xelîl el-Heyya û Zahir Cabarîn hedef girtiye.

HAT ÎDÎAKIRIN KU TRUMP DESTÛR DAYE

Kanala 12’an a Îsraîlê axaftina rayedarekî Îsraîlî ragihand û îdîa kir ku Serokê DYE’yê Donald Trump destûra êrîşa li dijî rêberên Hamasê ya li Qeterê daye.

GELO ŞANDEYA MUZAKEREYÊ RIZGAR BÛ?

Kanala El-Mayadînê ku xwe dispêre çavkaniyek herêmê daxuyand ku şandeya muzakereyê ya Hamasê ji hewldana sûîqesta Îsraîlê rizgar bû.