Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ'ê Kawa Şengalî

Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya MEBYA-DER a Şirnexê gel serdana taziyeya Fermandarê Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) Emîn Kartal (Kawa Şengalî) kir. Kalkan di 15'ê Gulanê de li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû û nasnameya wî nû hatibû ragihandin. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek welatî li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Hezexê kom bûn û heya Mala Şînê ya li Taxa Atakentê meşiya. Girseyê di meşê de dirûşma 'Şehîd namirin' berz kir. Piştî ku girse gihîşt mala şînê, li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin pêk anî.

Piştî rêzgirtinê Rêvebera MEBYA-DER'ê Xanê Karavîş serxweşî li malbata Kartal û gelê Kurd kir û got, ew ê her tim şopdarê rêça cangoriyan bin.

Parlamanter Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ew bi saya têkoşîna cangoriyên doza Kurdistanê hatine van rojan û ew ê her tim bi wan serfiraz bin. Îrmez bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: "Em îro di pêvajoyekê de ne û ev pêvajo bi keda lehengên Kurdistanê wê bi encam bibe. Em ti carî keda wan ji bîr nakin û em ê her tim ji bo xeyalên wan têbikoşin."

Dayika Emîn Kartal, Sitî Kartal jî got ku kurê wê şehîdê hemû Kurdistanê ye û bila serê gelê Kurd sax be.

Serdana şînê bi xwedina duayan bi dawî bû.