Li Îsraîlê muxalefeta çep kampanyaya hilbijartinê da destpêkirin

Li Îsraîlê partiya çep a Demokratan, beriya hilbijartinên giştî yên 27’ê Cotmehê lîsteya xwe ya namzetan diyar kir û kampanyaya hilbijartinê bi fermî da destpêkirin.

Partiya Demokratan a ku bi yekbûna Partiya Karkeran û Partiya Meretz a çep hatî avakirin, şeva duşemê li Tev Avîvê kampanyaya hilbijartinê da destpêkirin. Di pêş hilbijartinên beriya kampanyayê de, namzetên parlamenter ên partiyê hatin diyarkirin.

Li gorî anketan, tê payîn ku Demokrat li Meclîsa Îsraîlê (Knesset) nêzî 10 parlamenteran qezenc bike ku meclîs xwedî 120 kursî ye.

Alîkarê Serfermandarê Giştî yê Berê, Yair Golan lîdertiyê ji Demokratan re dike. Ji dervey partiyên Ereb, yekane partiya siyasî ye ku di pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê de çareseriya bi du dewletî diparêze.

Partiya Karkeran jî weke dewama tevgera Mapai ya di bin lîdertiya damezrînerê Îsraîlê David Ben Gurion de, di navbera salên 1948-1977’an de li ser desthilatdariyê mabû û herî dawî jî sala 2001’an di hikûmetê de cih girtibû.