Li Îranê rewşenbîran nerazîbûn nîşanî girtinan dan

Li Îranê rewşenbîr li dijî girtina nivîskar, wergêrvan û lêkolîneran ku di demên dawî de zêde bûne li Tehranê bi daxuyaniyek berfireh nerazîbûn nîşan dan û daxwaza serbestberdana girtiyan kirin.

Li gorî Kampanya Mafê Mirovan a Îranê, rewşenbîrên navdar ên wekî Shîrîn Karîmî, Parvîz Sedaghat, Mohammad Malju û Mahsa Asadollahnaz bê sedem hatin binçavkirin. Di heman demê de bi ser mala nivîskar û wergêr Heyman Rahîmî hate girtin û dest danîne ser kelûpelên wî .

Lêkolînerê hiqûqî Behnam Daraeezadeh, anî ziman ku armanca girtinan bêdengkirina dengên rexnegir û tirsê di nav rewşenbîrên sekuler de çêkirine. Daraeezadeh, da zanîn ku tewanên çêkirî dibe rê li ber cezayên giran heta darvekirinê bibe û banga hişyariyê kir.

Bi dehan nivîskar û wergêrvan daxuyaniyek îmze kirin û diyar kirin ku hikûmet hewl dide ku hawîrdora rewşenbîrî kontrol bike û tevgerên civaka sivîl bitepisîne. Wan ji saziyên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan bersivek biryardar xwest.

Îran di girtina nivîskaran de sala bihûrî di cîhanê de di rêza duyemîn de bû. 13 ji 43 nivîskarên girtî jin in. Ev dane nîşan didin ku azadiya raman û derbirînê li welêt di bin gefên cidî de ye.