Li Îranê ji serê salê ve zêdeyî hezar kes hatin darvekirin

Kampanyaya Şêşema Na ji bo Darvekirinê ragihand kdu ji serê salê heta niha li Rojhilatê Kurdiatanê û Îranê zêdetirî hezar kesî hatine darvekirin û tenê hefteya borî 59 kes hatine darvekirin.

Kampanyaya Sêşema Na ji bo Darvekirinê di hefteya xwe ya 91’an de têkildarî cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê ji serê salê heta niha hezar û 78 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.

Hate ragihandin ku tenê di hefteya borî de 59 kes hatine darvekirin. Ji 59 kesî 2 jî jin bûn. Yek ji wan du jinan jî temenê wê kêmtirî 18 salî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku girtiyên li Girtîgeha Qezilhesar piştî çalakiya hefteyekê ya li dijî cezayê darvekirinê karî jiyana 6 girtiyan rizgar bikin ji darvekirinê û ev hate gotin: “Gireva girtiyên li Girtîgeha Qizilhesar çalakiyek ji bo qebûlnekirina cezayê darvekirinê bû.”

Hêjayî bibîrxistinê ye Pêngava Sêşema Na ji bo Darvekirinê 9’ê Çileya 2023’an weke nerazîbûneke li dijî darvekirinê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate damezirandin.