Li Îranê gengeşeya siyasî: Di cenazeyê Xameneyî de êrîşî Pezeşkiyan hat kirin

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di merasîma cenazeyê Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xameneyî de rastî êrîşa komek bihêrs hat. Di heman merasîmê de Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqçi jî bû hedef.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di merasîma cenazeyê Ayetullah Elî Xameneyî ya ku di destpêka vê hefteyê de hat lidarxistin derastî êrîşa komek qelebalix hat. Dîmenên ku ji aliyê serokomariyê ve hatine parvekirin nîşan didin ku Pezeşkiyan di nava îzdîhamê de hevsengiya xwe winda kir û parêzvanên wî hewl dan bi lez hewl wî bigihînin herêma bi ewle.

Di dema merasîmê de, dengê girseyê hat ku dirûşma “Ji şelafan re mirin” berz kirin.

Kesên ku rastî êrîşê hat yek jê Wezîrê karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî bû. Dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin nîşan didin ku Eraqçî li kolanê ji aliyê komekê ve tê şopandin, kevir davêjinê, heqaret lê tê kirin û gefên mirinê lê tê xwarin.

Hat destnîşankirin ku ev bûyer careke din dabeşbûna siyasî ya kûr a di nav hikûmeta Îranê de radixe ber çavan.

Hat diyarkirin aloziya di navbera aligorên Pezeşkiyan û Eraqçî û derdorên muhafezekar ên ku li dijî lihevkirina bi Washingtonê re ne her ku diçe zêde dibe.

Her wiha piştgirên muzakereyê, DYE’yê bi binpêkirina şertên agirbestê tawanbar dikin. Pezeşkiyan di daxuyaniya dawî de diyar kir ku Washington “gefê li hevrikên xwe dixwe, astengiyan derdixe û polîtîkaya xapînok dimeşîne."

Piştgirên Serokomar û Wezîrê Karên Derve daxwaz dikin ku berpirsiyarê êrîşan werin tespîtkirin û darizandin. Her wiha du berpirsên payebilind ên Îranî ku ji The New York Times re axivîn, rewşa siyasî ya welêt wekî "kaotîk" bi nav kirin û destnîşan kirin ku di nav derdorên desthilatdar de hevdu tawanbarkirin zêde bûye.